Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarokên penaber bûne ticaret

Hat weşandin torsdag 21 oktober 2010 kl 12.21

Daireya Kocberiyê (Migrationsverket) bi milyonan pere dide bolagên kesî û şaredarî ku qezencên mezin jê digirin. Li gor rojnameya Dagens Samhälleyê ku di weşana xwe ya roja 14 meha oktoborê de weşandibû.

Ev  mimkune ku  bi riya sistema alikariya perê  wisa dike , ku sinûrek diyar tuneye  ka mirov çiqas jê bixwaze, lê tenê hejmarek şablonî heye ku herkesek zêdetir jê dixwaze.

Seroka çalaki ya pêswaziya penaberan ji Daireya Koçberiyê Carolin Henjered dibêje ku ew bi rexnewarî li qezencên cewt dinêrin

-    Ew rexnewarî li qezencên çewt  dinêrin. Em têdigihijin ku şaredarî di rewşekê dijwar de ne , û divê têgihijtinek li hember demên şiyana

serkeftin û binkeftinan jî. Lê belê xala giring divê li ser lênêrina zarokan be ji bilî wan mesrefên ku em perê wan didin dibêje seroka çalaki ya pêswaziya penaberan ji Daireya Koçberiyê Carolin Henjered.

Dema ew  kanûna li ser pêşwaziya zarokên tenê ên penaber destbi derbasbûnê kir,  Daireya Koçberiyê hesab dikir ku hejmara zarokan,

di salê dê navbera 400 ta 500  bûya.

Lê belê îro 1500 zarok salê tên, daxwaza cihên vala di van şaredariyên ku cihên wan kêm in gelek bilind bû, dibêje Carolin Henjered. Ku herwuha sedema bilindbûna mesrefên hinek şaredariyan jî dibîne.

Lê belê awarte jî heye. Şaredariya Skelefteåyê hinek avahî hene ku ji bo zarokên tenê hatine amade kirin û bihayê wan jî li gor bihayê şablon a Daireya Koçberiyê ku serê zarokan 1600 û 1900 kronê ya rojane ye.

-         Dema me avahi  ji bo, kesên nû ava kir , me bîr kir ku; ev hevdîtina wan a yekem e bi civaka Swêdî re û em tu tişt li ser rewşa zarokan nizanin. Û ew di derbarê Swêdiyan re tu tişt nizanin.

Ew dem em fikirîn ku pêdiviya me bi bêtir karmendan hene li vir. Wisa ku mesrfê rojane ya wan li Lövangerê hinek bilindtir e.

Dibêje berpirsê beşa zarok û ciwanan li Skelefteå, Per Ådhén.

Piştî sala 1987 an şaredariyê xaniyan daye  zarokên tenê yên penaber . Di roja îroyîn de 57 zarokên tenê ên penaber di 7 xaniyên şaredariyê û 10 zarok jî  li xaniyên taybet de li  Lövångerê ne.

D lêkolîna rojnameya Dagens Samhälleyê de, hatiye eşkere kirin ku şaredariyên wek Mölndalê pereyek gelek mezin dane firmayên  ku karên xaniyên transît de  ji bo zarokên penaber kar dike

Mölndarê di sala 2009 an de,  70 miljon kron ji bo xaniyên transît  daye du şîrketan . Yek ji wan Behandling AB  bû ku rojê 3015 kron serê zarokê digirtin. Ev biha ji heman servisê ya Skelefteåyê gelek girantir e.

Per Ådhen  li ser alikariyên  ku şaredariya Skelefteå pêşkêş dike bêtir agahî dide me.

-         Divê herkesek jorek wan hebe, dû re karmend di heftê de 7 roj û 24 seet li wir hebin. Piştî wî jî erka me ew e ku bi çêtirîn awayê danasîn û integresyona civaka swêdi bikin.  Ev erka me ya serekî ye.ev jî tê wê wateyê, ku ew roja tên vir, roja din divê di dibistanan de bin. Em hewl didin ku wan di demên wan ên vala de çiqas mimkun eçalaktir bikin. Û bi hemû awayê piştgirîya çalakiyên wan dikin. Dibêje Per Ådhen.

Şaredariya Skelefteåyê serdaniyan   wergirtiye ji aliyê şaredarên ku pêşwaziya zarokên penaber dikin ji ber ku hîn bibin da şaredarî çawa vê xebatê dimeşîne, dibêje Per Ådhen.

Lê belê sedema giranbûna  bihayê  xaniyên transît ku di hinek şaredariyan de hene, dibe ku ji rakirina yasayên alikariya perêyan e,ku sala 2006 de pêk hatibû li gor rojnameyê.

Ew herneh şaredariyên ku pêşwaziya zarokan dike, Malmö, Solna, Gävle, Norrköping, Skllefteå, Umeå

Û Örebro ku berpirsiyariya wergirtina zarokên penaber hilgirtine ser xwe , ji bo hemû mesrefan ji Daireya Koçê, Migrationsverketê alikariya perê distînin.  Û tu ferq nake ka mesref ciqas mezin e li gor rojnameya Dagens Nyheterê.

Ji vê qezenc girtin xembari ye dibêje rêveberê giştî ya Daireya Koçê Dan Eliasson, dema ramanên xwe ji bo Vårljus û Baggium da diyar kirin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".