Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hêzeke taybet dê bûyerên nezelal li Malmö yê çareser bike

Hat weşandin torsdag 21 oktober 2010 kl 13.51
Dê bêhtir polîs kar bikin bi şev li Malmö

Polîsê Skåne biriyar da ku rêxistineke taybet bi 50 polîsan dê kar bike ser wan  15 bûyerên hîna nezelalin li Malmö, bûyerên fîşek berdana mirovên ji eslên bîyanî.

JB Cederholm karê xebata polîsan bi rêve dibe:

- Ev tê bi wateya ku em dê zûtir li hemû wan materiyalên hatinin kom kirin di lêhûrnerîneke mina vê de, binerin. Em dê gavên zûtir bi pêş ve bavêjin, nuha dê kesên xwedan xibret bi me re kar bikin, bisporên qonaxên cuda di vî karî de. Bi vê yekê jî belkî em kvalîteyeke baştir peyda bikin û ser her tiştê digihêje me zûtir kar bikin. ¨

Li gor baweriyên polîsan, heman tewankir e yê fîşek beda ye kesên ji eslên bîyanî li bajarê Malmö di van rojên dawî de. Polîs gehiştin vê encamê piştî lêhûrnerîna fîşekên hatinin bi kar anîn.

Nuha jî polîsê Malmö yê dixwaze milet hişiyar bike.

Piştî ku mêrekî bîyanî yê 28 salî birîndar bû ji ber fîşek berdanê, li rawestgeheke baseyan li Malmö yê sêşemê êvarê polîsê Malmö nuha ketine şikê de ku taybetî bîyanînin yên bûnin qurbanên 15 rewşên bi berdana fişekan di bajar de.

Nezerya polîs bi hêz bûye bi lêhûrnerînên hatinin birêve birin bo wan fîşekên hatibûn bi kar anîn di dema berdanê de.

Heman sîlah hatiye bi kar anîn di gelek ji van rewşan de, û nuha jî guman tên kirin ku her yek kes e yê bi van tawanan rabûye û fîşek berdanin mirovan li bajarê Malmö.

Nuha nearamî xwe belav kiriye nav miletê bajar de, bi taybetî yên bîyanî, piştî van bûyeran. Khaldon Beheja li taxa Nydala dijî devera mêrê 28 salî lê hate birîndar kirin:

- Mirov gelekî ditirs e û bi şevê newêrim derkevim derve. Zehmet e.

Bi vê heza taybetî ya dê kar bike ser van rewşan, hejmara polîsên li bajar dê kar bikin bi şev bêhtir dibe.

Hejmara fîşek berdanê li bajrê Malmö yê giheştiye 15 caran yên guman ji wan tên kirin ku tenê hemberê kesên bîyanî nin.

Lê dirêj kir ta doh piştî nîvro, ta polîs gumanên xwe eşkere kirin, herçend fîşek berdana yekem di heyva dehan de, sala par li dar ket.

Komsêrê polîsan Börje Sjöholm ji polîsên Malmö yê, vê lêkolînê bi rêve dibe û ew wisa bersiva pirsa çima ta nuha manin bi eşkere kirina guman û şekên xwe. Ku ev hemberî kesên bîyanî tên kirin:

- Me bi wê giringiyê lê nedinerî berê, lê nuha em vê yekê giring dibînin.

Ew dibêje jî ku herdem bi vî awayî ye di destpêka lêhûrnerînên polîan de. Sedema herî mezin li gor wî ew e ku herçend material kêmbin di destên wan de her metrisya ku agahdariyên şaş bidin bêhtir e.

Lêgrîna bi hêz li tawakirê van bûyeran nuha li dar e, û gelek guman henin nuha ku ”Laserman”ekî nû heye, mêrê laser bikar dianî û fîşek li 11 kesan berda li Uppsala û Stockholmê di salên 1990 de. Hemû qurbanên wî por tarî bûn, yek ji wan mir û gelek ji wan jî bi birînên giran dijîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".