Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Polîsê Malmö li şahidan diger e

Hat weşandin fredag 22 oktober 2010 kl 12.25
Du jinên bîyanî hatin birîndar kirin doh li Malmö. Wêne: Stig-Åke Jönsson/Scanpix.

Polîsên Malmö civîneke çapemenî li dar xist îro beriya nîvro ji ber fîşek berdanên doh bi şev yên du jinên bîyanî birîndar kirin. Polîs agahdarî da derbarê lêhûrnerîna nuha bi rê ve dibin. Şopa serekî hîna ew e ku heman kes bi van fîşek berdanan rabû ye lê polîs bi pêwîstiya rêpêşkirinan û agahdariyên bêhtir e ji şahidên ev bûyer dîtin.

Her du jinên bîyanî di hundur de bûn dema fîşek li wan hatin berdan ji derve ve di rêya pencerê de, doh bi şev.  

Fîşek li pişta yekê ji wan ket û di destê jina din derbas bû. Jina pişta wê birîndabû ji nexweşxaneyê derket, lê ya din maye bo emelîyat kirinê.

Börje Sjöholm, şefê operatîv e bo beşê tawankariyê yê wîlayetê li Skåne, di dest pêka civîna çapemenî de bûyerên fîşek berdanê li Malmö yê jimart ji dest pêkê ve. Herçend jî tu agahdariyên nû tune nin di destê polîsan de her dîsan jî Börje Sjöholm geşbînê wê ye ku ev tawan dê her zelal bibin. Lê ew tenê bi pêwîstiya rêpêşkirinên bêhtirin.

-Nuha gelek di destê me de tune ye, û rewş ne wekî me ji wê hêvî dikir. Xwesteka min rêpêşkirinên û nîşandanên bêhtir e. Beriya her tiştî em bi pêwîstiya agahdariyên bêhtirin ji kesên ev bûyer biçavdîtî.     

Börje Sjöholm dibêje jî ku nuha hêzeke taybetî dê bûyerên nezelal li Malmö yê çareser bike. Hevkariyek di navbera polîsê Malmö de û hêza tawankarîyê ya giştî.

Polîsê Skåne biriyar da ku rêxistineke taybet bi 50 polîsan dê kar bike ser wan  bûyerên hîna nezelalin li Malmö, bûyerên fîşek berdana mirovên ji eslên bîyanî.

Sjöholm takîd dike ku qurbanên van fîşek berdanan hemû ji eslên bîyanî nin, lê her hişiyar e ku encamên dawî derxîn e ji van bûyeran. Sjöholm guman dike ku yek kes e yê bi van fîsekberdanan rabû ye li Malmö:

- Her ew e, mêrek e di navbera salên 20 û 40 de, bi taxmîn. Lê ez bawer dikim ku mêrek e. Bêguman em hizra wê jî dikin ku ev mirova belkî xwedan hizir û baweriyên ekstêm e, lê ev yeka nayê bi wateya ku me şopa serekî peyda kirie di vê rewşê de.

Polîsê Malmö yê hêza xwe ya kar dike li kolanan bi şev xurtir kirye, lê naxwazin bi giştî milet bitirsînin û amojgaya ku di hundran de Bimini li wan bikin.

Börje Sjöholm xwest jî di civîna çapemenyê de eşkere bike ku ew sms ên bi navê polîsan hatinin şandin û belav bûnin nav miletê Malmö yê de, ne ji aliyê polîs ve hatiye şandin.

Di van sms:an de hatiye nivîsanin ku: mêrkujek nav me de digere û ji ber vê yekê jî di malên xwe de bimînin:

- Naveroka wan cuda nin, lê bi giştî heman tiştî dibêjin: mêrkujek digere li kolanên Malmö, neçin derve, di hunir de bin. Bi imzeya polîsan. Ez dixwazim giranîyë deyin ser wê ku ne em, polîs, yên van hişiyariyan dişînin. Me bangên bi vî awayî ne danin.      

Börje Sjöholm, şefê operatîv e bo beşê tawankariyê yê wîlayetê li Skåne, di civîna çapemenî de ya beriya nîvro yê hate li dar xistin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".