Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dalkurd dê xwe nû bike

Hat weşandin måndag 25 oktober 2010 kl 17.50
Muxtar: sezona pêş me Dalkurdekî nû tê:
(11 min)
Hêviya mezin ya Dalkurdê leyîstikvanên ciwan in.

Tîpa futbolê Dalkurd ya ji bajarê Borlängeyê duh maça xwe ya dawî ya vê sezonê leyîst. Seroke klûbê Ramazan Kizil soz dide alîgir û reqîban ku Dalkurd dê sezona pêş me xwe nû bike.

Dalkurd a ku di nav pênc salan de pênc lîg derbas kir û hat lîga Division 1 Norra ya Swêdê sezon gelek xerab destpêkir û demeke dirêj yek ji tîpên herî jêrîn bû.

Lê di nîvê sezonê de bi guhertineke mezin çêbû û Dalkurd karîbû careke din rûyê alîgiran û kurdan bi ken bike.

Hevkarê me Zana Schiroyî ji bo şopandina vê guhertina mezin ya di Dalkurd de li bajarê Västeråsê çû temaşekirina maça dawî.

Dalkurd xwe nû dike…

Tîpa futbolê Dalkurd ya ji bajarê Borlängeyê duh maça xwe ya dawî ya vê sezonê leyîst.

Dalkurd a ku di nav pênc salan de 5 lîg derbas kir û hat lîga Division Norra ya Swêdê sezon gelek xerab destpêkir û demeke dirêj yek ji tîpên herî jêrîn bû.

Lê di nîvê sezonê de bi guhertineke mezin çêbû û Dalkurd karîbû careke din rûyê alîgiran û kurdan bi ken bike.

Hevkarê me Zana Schiroyî ji bo şopandina vê guhertina mezin ya di Dalkurd de li bajarê Västeråsê çû temaşekirina maça dawî…

(((

Yê bi dengê xweş distire Ûmîd e, û ew bi çend hevalên xwe re li îstasyona trênê ya Västeråsê rawestiya bûn. Deriyê otomobîla xwe ji min re vekirin û berî em birêkevin û biçin Stadyuma dê Dalkurd maça xwe li hemberî tîpa bajarê Västeråsê bilîze bi çend stranan me xwe xist nav heyecana maça dawî ya Dalkurdê, ji bo vê sezonê.

Tevî serma û baranê nêzî hezar kes hatine maça dawî ya Dalkurd FF û Västerås SK. Västerås di lîga xwe de yekem e û berya vê maçê xerentî kiriye ku biçe lîgek bilindtir, Superettan.

Û li stadyuma Swedbank Park a Västeråsê maç destpê dike… leyîstikvanên Dalkurdê gelek sivik û êrîşkar dilîzin û sisê deqîqe paşê Dalkurd golek davêje Västeråsê, ya rastî leyîstikvanê Västeråsê davêje qela xwe û 1-0 ji bo Dalkurdê.

Belê Dalkurd, di destpêka sezonê de gelekî qels bû û ta ku çend maçên li hemberî tîpên nebaş jî wendakiribû… Muxtar, an jî Ramazan Kizil serokê rêvebiriya Dalkurdê ye û dide zanîn ku ew neçar man gelek guhertinên radîkal çê bikin.

Belê deqîqa 15’an de Västerås SK ev car golek avêt Dalkurdê û niha encam 1-1 e.

Ev maça ku niha tê leyîstin ji bo Västerås SK ne girîng e, ji ber ku wan xerantî kirine ku biçin lîgek bilindtir. Her weha ne ji bo Dalkurd jî ku di lîgê de di rêza 4’an de ye.

Lê Muxtar, Ramazan Kizil dibêje heger ne ji ber kêmasî û problemênn destpêkê bibûna dibe ku îro Dalkurd serkêşiya vê lîgê bikira û derbasî Superettan bibûya. Piraniya van guhertinên dawî jî Muxtar dibêje wan bi leyîstikvanên ciwan yên ji tîpên ciwanan yên Dalkurdê pêk anîn.

Belê çend deqîqe beriya dawîbûna dewra yekem, Västerås golek din davêje û encam dibe 2-1…

Di navberê de çend xortên ji kluba Dalkurdê li ser maçê nîqaşan dikin. Yek ji wan Ezîz e û di tîpa A ya Dalkurdê de dilîze lê ne îro..

Dewra dûem jibo Dalkurdê baş destpê dike. Û alîgirên Dalkurdê bi tezahuratan hewl didin moral bidin leyîstikvanan.  Dalkurd çend pozîsyonên ku dikarin gol bavêjin bi dest dixe, lê mixabin wan fersendan ji dest direvînin.

Tîpa ku tu pozîsyon û fersendî heba nake Västerås SK ye û xuya ye encama serkeftî ya ji dewra yek moralê wan bilindkiriye û 10 deqîqe paşê Västerås golek din davêje û encam dibe 3-1.

Û Muxtar, Ramazan Kizil vê rêçûnê baş nabîne.

Lê reşbînî û bêdengiya alîgirên kurd çend deqîqe paşê cihê xwe dihêle ji keyfê re. Dalkurd golek gelekî xweş davêje û ferqa navbera xwe û Västerås SK dike 3-2.

Tam di vê kêliyê de Dalkurd leyîstikvanekî xwe yê din jî diguherîne, û Muxtar careke din rûyê xwe tirş dike û fam nake çima leyîstikvanên herî baş tên guhertin. Û ev guhertin xwe demek kin paşê dide hîskirin û Västerås golekî din davêje, encam dibe 4-2.

Muxtar, Ramazan Kizil, careke din vedigere ser guhertinan û dibêje, guhertinên heta niha hatine çêkirin di sîstema Dalkurdê de têr nak, divê ew hîn guhertinên din jî çêbikin. Sezona pêş me cihê tu kesî di Dalkurdê de xerentî nîn e.

Û Västerås a ku di lîga Division ETT norra de maça xwe ya dawiyê dilîze, ji dost û dijberan re nîşan di de ka çima ew ewqas serkeftî ne û golek din davêjin û dikin 5-2. 

Dema ez gotina dawî ji Muxtar digirim, Västerås golek din daveje û maç 6-2 bi dawî dibe.

Bi vî re Dalkurd sezona xwe ya yekem li Division 1 Norra bi 39 puanî di rêza 6’em de bi dawî dike.

Alîgirê Västeråsê Frank Söderström ê teqawidbûyî ji xortaniya xwe ve piştgiriya tîpa bajarê xwe dike û ji encama îro gelekî razî ye. Dibêje sedemê serkeftîbûna Västeråsê leyîstikvanên wan ên ciwan in lê, sezona pêş me favoriyê Frank Söderström Dalkurd e.

- Dalkurd tîpeke êrîşkar e û di êrîşan de jêhatîne. Lê parastina wê qels e, ji ber wê gelekî gol xwar. Lê bi gîştî Dalkurd gelek serkeftiye û dikare sezona pêş me serkêşiya lîgê bike, dibêje alîgirê temenmezin yê Västeråsê.

Li stadyuma Swedbank Parkê serkeftina Västerås SK û qezenckirina wan a lîgê bi fîşekên hewayî tê pîrozkirin. Lê, her çendî serokê rêvebiriya Dalkurd FFê Muxtar ji encama îro ne razî be jî Umîd û hevalên xwe gelek razî ne ku Dalkurdê dido gol avêtin, her çendî 6 gol jî xwaribin. Û dilê wan her bi Dalkurdê re ye… Careke din ez li otomobîla wan siwar dibim û ew min datînin îstasyona trênê ya Västeråsê…

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".