Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Faîza sereke bilind bû

Hat weşandin tisdag 26 oktober 2010 kl 16.22

Banqeya Navendî ya Swêdê, Riksbanken, îro faîza xwe ya sereke bi sedî 0,25î bilind kir sedî yekî. Lê di heman demê de banqe texmîna xwe ya faîzê dadixe. Demsala yekem ya sala pêş me dê faîz bilind be sedî 1.3 û ya çaremîn ya sala pêş me de banqe texmîn dike ku dê faîza sereke sedî 2 be û dawiya 2013’an de jî sedî 3.4

Sedemê vê jî ew e ku rewşa konjuktura cîhanê ne zelal e. Aboriya Swêdê pêş dikeve lê rewşa li Emerîka û Yekîtiya Ewrûpayê bê ewle ye, radighîne banqeya navendî di nirxandina xwe ya îro de.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".