Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kanûna dijê sucên sexê bêtir dişide

Hat weşandin onsdag 27 oktober 2010 kl 13.23

Îro lêkolîna sucên sexê pêşnîyaza xwe ji bo guherînên kanûnên sûcên sexê pêşkêşê wezîra dadê Beatrice Ask kir.Ev bi taybet li ser biryarnameya kanûna bi navê ”destdirêjiya sexî” ye û herwuha di têkiliya sexê de bê destûra kesekî be. Ev ango li ser gumanek nû ye ku li gor kanûna nû kiryar dikare cezayê girtigehê heta 4 salan werbigirin.

Biryarname giringiya  razibûna herdu aliyan zelal dike û cezadana têkiliya sexê ku nebidilxwazî pêk hatiye, mimkûn bike herçiqas ev ne bi zorî û istifadeyê pêk nehatibe jî. Ev yek li dij  kanûna berê ye.

Di raporê de, ” kanûndanîna cezayê sexê” de nirxandin û reform jî firehtir dibe ango biryarnameya destdirêjiyê de bêtir lê istifadekirina sexê dê wek destdirêjî bê hilsengandin. Herwuha biryarnameya tacizkirina sexê jî dê bê berfireh kirin.

Sucê sexê li dijê zaroyan di lêkolînê de cihek mezin girtiye, li gor vê pêşnîyazê bi taybet  pîvana cezayê sexê ji bo bikaranîna zarokan bi sex û destdirêjiya sexê ya giran li dij zarokan dive bêtir bê şidandinê.

Herçiqas ev kêmasî ku di lêkolînê de tên nîşankirin, lêkolîner dinirxine ku  stara kesî ji bo integriteya sexê û xwebiryardana sexî  piştî reforma cezayê sexê  sala 2005 an  bêtir tûj bûye û zelaltir jî bûye. Hewruha parastina zarokan jî çêtir bûye

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".