Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêûbabên kêm pere werdigirin bêtir bûne

Hat weşandin onsdag 27 oktober 2010 kl 16.46

Statistik ji kassayê temînê (Försäkringskassa) diyar dike ku hejmara dêûbaban ku kêmtirîn pereyê dêûbaban werdigirin bi xurtî bilind dibe. Di 2000-an de hejmaran wan bûye ducarê xwe ku asta bingehî bi 180 kronan berya bacdanê digirin.

Di salên 2000-an de zarokanîn bilind bûye, lê statîstîk bi zelalî nîşan dide ku ronîkirina vê ne ji hejmara dêûbabanan e, ji ber ku dêûbabên  bi  asta bingeh jî,  bilind bûne. Yek ji şeş rojên dêûbabab ku Försäkringskassa dide kêmtirîn biha ye.

Profesorê karê civakî Tapio Salonen, ji zaningeha Linnê li Vexjöyê li ser vê hinek bêtir agahî dide me:

- Ev guhertinek demdirêj e, ku tê wateya şepanegên bîmên civakî ji bîmên nexweşiyê re,

Bîmên dêûbavîyê û bîmên bêkarîyê bilindtir bûye. Ev jî bêtir li ser kesên ku hê neketine piyaseya karê de tesîr dike, ev jî  yên xort, yên  dûre hatine Swêdê,  û kesên ji ber nexweşî û sedemên din ku nekarîne karek demdirêj di piyeseya karê de cih negirtine. Dibêje Tapio Salonen.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".