Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Reinfeldt piştgiriya da sekretera partiyê

Hat weşandin torsdag 28 oktober 2010 kl 12.53

Serokwezir Fredrik Reinfeldt îro di civîna  çapemeniyê de ragihand ku ew heta niha jî bi sekretera partiya xwe Sofia Arkelsten piştrast e û herwuha ji bo dawianina karê wê jî diyar kir ku hê gelek zû ye

Sekretera partiya Moderatan Sofia Arkelsten di dema xwe ya endametiya meclisê û bedevka

Siyaseta jingehê re çalak bû, hişt ku mêvanî û ger li ser kîsê firmayên bazîrganî pêk bîne.

Duh hate diyar kirin ku Arkelsten meha gulanê sala 2008 an li başûrê Fransayê

ji aliyê firmayê neftê Shell ve  beşdara çalakiyên pirsên enerjiyê bûye. Ev ger ji gera balafir, 2 şevên otêlê de firavîn û şîvê pêk tê.

Yekineya Giştî li dijê bertilxwarinê dê vê gerê lêbikole, lê belê li ser pêşlêkolînê  hê tu biryarek nehatiye dayîn.

-  Erê hê zûye ji bo tişteke bêjin, giringe ku em piştgiriya xwe jê re nişan bidin  û bi awayeke rind rola xwe ya guharendi ya nû  amaje kiriye, ku ji tenê endam bû û niha bûye sekretera partiyê jî.

Ji bo agahiya gera xwe ya ku bi firmayek bazirgani ve hatibû finanse kirinjî ji xwe  ragihandibû û di bloga xwe de jî nivîsandibû. Herwuha endamên din jî hene ku gerên bi vê awayê pêk anîne. Bi  min baş bû ku giranî da ser vê bûyerê ji ber ku ev dikare  li ser bandorên nerewa gengeşiyan ava bike ku divê em gelek baldar bin û ji bo vê jî em dê gengeşiya xwe ser sinûran dom bikin dibêje Reinfeldt.

Herwuha Reinfeldt diyar kir ku gera wê ya ikrami, wan dikisîne ser gengeşiya firehiya xeta  sinûreke ku ew disa dixwazin serê rawestin lê belê  giringiya ger û mêvaniyên ji aliyê firmayan jî dide diyar kirin.

Torbjörn Lindhe şefê qelemê li enstituyê li dijê bertixwarinê ji Radyoya Swedi ya Navnetewî re diyar kir ku sinûrek zelal tuneye ku destur  bidin xwe imtiyazan ji kesên din werbigirin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".