Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza terorê ya du Somaliyan destpêkir

Hat weşandin torsdag 28 oktober 2010 kl 16.29
Dadgeha Destpêkê li Göteborg

îro doza du mêrên somaliyên swêdî ji  gumana mohrlêmkirina teroristî destpêkir.

Ew herdu jî ku hevwelatiyên swedî ne, bi rêxistina teroristî al-Shabab re amadehiya xwekujtinê tên gumankirinê.

Yek ji wan mêran 22 salî ji Göteborg, ye bi devki gotiye ku dixwaze bibe şehîd. Ev di axavtineke telefonê de ji aliyê istixbaratê Swedê Säpo bihistiye ku di pêşlêkolînê de heye.

Yek ji wan jî 26 sali ye ji Stockholmê. Lê doz di dadgeha destpêkî li Göteborgê pêk tê.

Cigira  serokê dozgerê Agneta Hilding Qvarnström li odeya dozgeriyê li Stockholmê diyar dike bawer dike ku ev kes berpirsiyariya vê sucê girtine û bi danustandina kesek din biryar dane ku çalakiyên teroristî bimeşînin bi riya xwekujtinê de lê belê peyîtandina vê ne hêsan e.

- Gumana mohrkirinê gumanek dijwar e ji bo peyitandindinê, ku ew dixwaze pêk bîne an  an jî bi yekî din bide kirin. Lewra di van lêkolînan de gêre çêdibin ji ber ku xala giring bêtir didin ser Somaliyayê û rewşên li wir dibêje dozger.

Herdu tawander jî iddiayên dozger red dikin û dijê van plankirinan derdikevin’

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".