Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Armanca kêmkirina xizaniyê ser neketiye

Hat weşandin torsdag 28 oktober 2010 kl 16.50

Îsal sala ewrûpî ya têkoşîna li dijî xizaniyê ye û heta dawiya salê divê welatên ewrûpî xizaniya xwe, bêkarî û dervehiştina civakî kêm kiribin, li gorî stratejiya Lissabonê ya sala 2000î.

Îsal sala ewrûpî ya têkoşîna li dijî xizaniyê ye û heta dawiya salê divê welatên ewrûpî xizaniya xwe, bêkarî û dervehiştina civakî kêm kiribin, li gorî stratejiya Lissabonê ya sala 2000î. Armanc ne zelal in û jixwe di nava deh salan de ser neketin, digel ku plan û xebat ji bo wan bû jî, profesorê aboriya neteweyî û serokê Enstîtuya Lêkolîna Pêşerojê, Institutet för Framtidsstudier, Joakim Palme dibêje, li konferansek li ser xizaniyê li taxa Rinkeby ya bakur-rojavayê Stockholmê:

- Mirov dikare bêje ku hem di warê danîna armancê de xwebaweriyek zêde hebû û hem di xebata ji bo armancê de bin ketine, Joakim Palme dibêje.  

Ji dêvla ku xizanî û dervehiştina civakî kêm bikin, cûdahiya di navbera hatiniya mirovan de mezin bûye, ji ber ku bi taybetî yên bi hatiniyên mezi, bêhtir pere werdigirin. Di heman demê de li dor %10 yê xelkê di xizaniyê de dijî. Bi taybetî mirovên ciwan û biyaniyên nû hatine Swêdê, yên ku li ser alîkariya dewletî yan jî alîkariya sosyal dijîn.

Li gorî welatên din yên YE, Swêdê ji rewşeke baştir dest bi xebata xwe ya dij xizaniyê kir lê dîsa jî ser neketiye, Joakim Palme dibêje:

- Di warê afirandina kar ji bo mirovan de ser neketin, û grûbek mezin mirov neçar mane destek û alîkariya aborî bigirin. Û piştî ku ev alîkarî mîna berê nemaye û pêde, bi taybetî ez behsa alîkariya aborî dikim, îcar gihîştina armancan zor bûye, Joakim Palme dibêje.   

Ew dibêje ku ne krîza aborî, lê siyaseta ku hatiye meşandin gunehbarê vê bêkarî û zêdebûna xizaniyê ye:

- Vê sala Ewrupî ya dij xizaniyê baş dibînim. Ev di demekê de li dar dikeve ku bandora krîza aborî ya navneteweyî êdî bandor li aboriya reel kiriye. Weke mînak pir mirov bêkar in. Eger ciddî bin bi vê projeya Ewrûpî, nexwe divê hêza xwe bikin yek ango yekhêziyek ewrûpî divê. Derdê wan ew e ku di demek kin de aboriya dewletî bixin jêr kontrolê lê rîsk heye ku di demek dirêj de ev dikare rê veke li bêkarî û dervehiştinek hîn mezintir li qada karî, û ev ji awira civakî ve nikare bê parastin, Joakim Palme dibêje.     

Joakim Palme li Rinkeby’yê ye, ku li wir lêkolîner, debatorên civakî û nûnerên rêxistin û rêvebiriya xizmetên civakî li konferansekê kom bûne ji bo ji perspektîfên cûda xizaniyê nîqaş bikin.

Sedema ku ev konferans ji her cîhî li Rinkeby’yê li dar dikeve, ew e ku vir yek ji herêmên bi bêkariya herî zêde ye li Swêdê. Bêkarî %40 e û %54 yên zarokên Rinkeby’yê di malbatên xizan de dijîn, li gorî %12 yê tevahiya welêt.

Kêmkirinên sîstema refahî derbeyek giran li van herêman xistiye û dema siyaset têrê nake, komeleyên mîna Järva Föräldraallians, Hevgirtina Dêûbavên herêma Järvayê têdikoşin ji bo îmkanan çêkin ku zarokên li vir mezin dibin bikarin beşdarî civakê bibin. Mohamed Hagi Farah serokê komeleyê ye:

- Mîna dêûbav pirsgirêkên me hene. Encamên dibistanan nebaş in. Li dor nîvê niştecîhan bêkar in, pirsgirêka malan heye, malbat mezin in û mal teng in. Lê em dixwazin bala xwe bidin pêş, ji bo pêşerojê bixebitin, Mohamed Hagi Farah dibêje.  

Järva Föräldraallians alîkariya dersan û dibistana havînê pêşkêşî zarokan dike. Wekî din jî wan kiriye ku hemû ciwanên di navbera 16 û 18 salî de, yên dixwazin, dikarin karekî havînê peyda bikin li cem şaredariyê. Niha ew ji bo hevkariya digel endustrî û bazirganiyê jî dixebitin. 

- Eger ciwanek xwendekar havînekê li wir kar bike, bifikire ku dixwaze pênc salê din li wir kar bike û meraq bike çi xwendin bo vê pêwist e, ew dibe şêweyek xwezayî ji bo zarokên me ku derkevin nav jiyana cîhanê. Ew xeyala me ye, Mohamed Hagi Farah dibêje.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".