Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Banga Sorekesk ji bo sîgorta nexweşiyê

Hat weşandin torsdag 28 oktober 2010 kl 17.34

Partiyên sorekesk hewl didin qaîdeyên berê yên sîgorta nexweşiyê bi paş ve bînin. Seroka sosyaldemokratan Mona Sahlin, yê Partiya Çep Lars Ohly û berdevka Partiya Kesk Maria Wetterstrand îro di rûpela nîqaşê ya rojnama Dagens Nyheter de dinivîsînin ku ew destek dirêj dikin wan hemû parlamenterên ji partiyên burjuwa ku ji bo sîgortayeke nexweşiyê ya însanî kar bikin. Heta niha çend parlamenterên burjuwa ji ber sînorên dema nexweşiyê nerazîbûn li hemberî hikûmeta xwe nîşan dane ku her weha qaîdeya ceribandina xebatê jî li ser kesên nexweş ferz dike.

Heger siyasetvanên burjuwa bersiva banga partiyên sorekesk nedin dê di nav çar salên pêş me de 40 hezar kes sîgorta xwe ya nexweşiyê wenda bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".