Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hilweşîna bereya sorekesk

Hat weşandin torsdag 28 oktober 2010 kl 17.36
"Sorekesk ji ber partiya çep hilweşiya":
(6:23 min)

Bereya sorekesk ya ji partiyên Sosyaldemokrat, Kesk û Çep pêk dihat di destpêka hefteyê de hilweşiya.

Seroka Sosyaldemokratan Mona Sahlin roja sêşemê da zanîn ku ew navberê didin xebata bereyê lê di pirsên cûda de ewê hevkariyê berdewam bikin.

Bi ya siyasetvanê sosyaldemokrat Tara Twana sedem paşeroja kommunîstî ya Lars Ohly bû. Lê parlamentera Partiya çep Emîneh Kakabaveh dibêje ev behane ye.

Rojnamevan Kurdo Baksî dawîbûna hevkariya sorekesk li studyoya Zayele şîrove dike.

Hevgirtina sorekesk hevkariyeke hilbijartinê bû û hilbijêran piştgiriyeke têr nedan me, dibêje Mona Sahlin û berdevkê Partiya jîngehê ya kesk, Peter Eriksson jî naxwaze bibêje ka gelo ewê di hilbijartinên pêş me de jinûve bereyek sazbikin an na.

- Vê yekê dê şertên pêşerojê xuya bike, dibêje Eriksson.

Belê, bereya sorekesk 2 sal berê weke alternatîfeke bereya burjuwa ya li ser hikûm hatibû avakirin. Di destpêka sazkirina vê bereyê de tenê sosyaldemokrat û partiya kesk hebûn. Partiya Çep li derve hatibûn hêştin. Lê li ser daxwaz û israra baskê çep ya di hundirê partiya sosyaldemokrat de û bi taybetî jî konfederasyona karkeran LO, Mona Sahlin, Peter Eriksson û Maria Wetterstrand neçar man ku deriyê xwe ji Lars Ohly re vekin, ku heta çend sal berê jî nasnama xwe ya weke kommunîstek bilêv dikir.

Dema bere hat sazkirin krîza aborî hebû, û di lêkolînên raya gîştî de piştgiriya ji bo van hersê partiyên sorekesk bi ferqekî sedî deh li pêş bereya burjuwa bû. Lê bi taybetî jî piştî pêşkêşkirina butçeya alternatîf ya meha nîsanê de sorekeskan li hemberî burjuwayan bi lez deng wenda kirin.

Yekser piştî hilbijartinê, ta ku roja jimartina dengan dema diyar bû ku dê hikûmeteke hindikayiyê ya burjuwa were sazkirin û partiya Demokratên Swêdê bibin hêza mêzînê serok-wezîr Fredrik Reinfeldt ji bo hevkariyê li Partiya Kesk çav şikand. Her çendî partiya kesk demekê naza kir jî derî tu car negirtin, û hilweşîna bereya sorekesk êdî dest bi rojên xwe yên dawî kiribû. Jabbar Emîn, parlamenterê Partiya Kesk dawî hatina hevkariya sorekesk wuha dinirxîne:

- Êdî hevkariyek me ya fermî tune ye lê ev nabe astengek li ber hevkariya li ser pirsên cûda, dibêje Amin

Û îro, gelek dengên ji partiya sosyaldemokrat îddîa dikin ku têkçûna di hilbijartinê de sûcê Partiya Çep û Lars Ohly bû. Tara Twana encûmena sosyaldemokratan e li şaredariya Stockholmê û ew jî xwedî li vê baweriyê derdikeve.

Lê bi ya parlamentera partiya çep Emineh Kakabaveh mesela paşeroja kommunîstî kampanyayeke çepemeniya lîberal e ku dido komên tundetûj çê bikin û sosyaldemokratan jî ji vê yekê re serî tewandine.

Hem Sosyaldemokrat û hem jî Partiya Kesk dibêjin ne li dij in ku bi bereya burjuwa ya li ser hikûm re hevkariyê bikin. Bi ya Tara Twana mesela paşvekişandina hêza leşkerî ya swêdî ji Afghanistanê yek ji meseleyên girîngtirîn e ku divê bi ser blokên siyasî re were çareserkirin.

Her weha Jabbar Emîn jî girîngiyek dide xuyakirina siyaseteke hevbeş ji bo hêza swêdî ya li Afghanistanê. Lê her weha çend pirsên din jî hene ku partiya kesk dikare bifikire bi hikûmeta burjuwa re li ser çareseriya wan hevkariyê bike.

Belê hem Tara Twana ya sosyaldemokrat û hem jî Jabbar Emîn ê parlamenterê partiya kesk binxêz dikin ku sedemê hevkariya wan a bi hikûmeta burjuwa re rêgirtina li ber Demokratên Swêdê ye, ku bi dijîtiya xwe ya li hemberî biyaniyan tên nasîn. Lê Emîneh Kakabaveh, parlamentera partiya çep helwesta partiya jîngeh ya kesk weke opportunîstiyeke siyasî dinirxîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".