Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Fona xelaskirina aboriyên xerab

Hat weşandin fredag 29 oktober 2010 kl 14.28

Yekîtiya Ewrûpayê ji bo parastina îstîkrara aborî foneke xelaskirinê ya daîmî saz dike. Welatên endamên Yekîtiyê yên bi krîzeke aborî ya kûr dê karibin ji vê fona xelaskirinê pare deyn bikin. Armanc ewlekirina îstîkrara aborî ya li herêma euroyê ye. Sazkirina foneke xelaskirinê ya daîmî ya bi vî rengî di peymana Yekîtiya Ewrûpayê de guhertinek ferz dike û di vî warî de serokên dewlet û hikûmetên Yekîtiyê duh êvarê li hev kirin.

Lê di warê rengê guhertinan de hêj lihevhatinek pêk nehatiye.

Ji bo van guhertinan dê Komîsyona Ewrûpayê pêşniyaznameyeke bi detay pêşkêş bike û serokê Yekîtiya Ewrûpayê jî dê li ser guhertina peymana yekîtiyê heta civîna bilind ya meha kanûnê lêkolînek çê bike. Niyet ew e ku ev guhertin û heta havînê bi temamî çê bibin. Serokwezîrê Swêdê Fredrik Reinfeldt ji nûçeyên televizyona Swêdê Rapport wuha dibêje:

- Bi ya min ev fon gelekî pêwîst e. Em ji krîzeke xedar re derbas bûn û gelek ji welatên yekîtiyê bi pirsgirêkên mezin yên aborî re rûbirû ne. Û dema welatekî problemên xwe çareser neke ev belav dibin ser welatên din jî.

Lê gelo ev guhertin nabin sedem ku bêtir desthelatî derbasê Yekîtiyê bibe?

- Na, ne bi awayekî ku hinek kes ji bo wê doza referandûmê bikin. Ji ber ku guhertina di peymana Yekîtiyê de tenê li ser paragrafekê ye, dibêje Reinfeldt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".