Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Serkeftî serkeftîtir dibin

Hat weşandin fredag 29 oktober 2010 kl 15.44

Serkeftiyên hilbijartinên Swêdê di lêkolînên nû yên raya gîştî de bi pêş dikevin. Rewşa herî baş ya Moderatan e ku niha bi ferqeke mezin li pêş Sosyaldemokratan in. Vê yekê lêkolîneke şîrketa Novus Opinion nîşan dide ku li ser hesabê nûçeyên Radyoya Swêdê Ekotê hatiye çêkirin.

Novus encamên ji lêkolînên pênc şîrketên herî mezin qiyas kirine û li gorî vê heger îro hilbijartin bihata çêkirin dê bereya burjuwa ya li ser kar sedî 50.3 dengan wergirta û bereya sorekesk jî sedî 42.7. Bi vî re dê Demokratên Swêdê jî rola xwe ya mêzînî wenda kiriba.

Hem Partiya Jîngehê ya Kesk(MP) û hem jî Partiya gel a lîberal bi pêş dikevin lê di heman demê de partiya navendê, ya çep û xiristiyanên demokrat gelek deng wenda kirine. Lê hêj mêj e ku mirov zanibe da nîqaşên li derbarê sekretera partiya moderat Sofia Arkelsten dê piştgiriya ji bo moderatan nizim bike an na. Pîvandin berya van nîqaşan hatibûn pêk anîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".