Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gilî nêçîra polês hêsantir dike

Hat weşandin fredag 29 oktober 2010 kl 15.46

Tevahiya teşkîlata polêsê Swêdê dê tevlî nêçîra wî kesî be ku polêsê Malmöyê şik jê dike ku 15 kesên ji eslê biyanî gulebaran kiriye.

Di halî hazir de 50 polêsên ekstra her êvar û şev li tax û kolanên Malmöyê dewriye digerin. Lê ji ber ku dê lêpirsîn demeke dirêj berdewam be polês niha ji herêmên din yên welat jî alîkariyê dixwaza.

Bi ya polês, niştecihên bajarê Malmöyê ji tedbîrên polês razî ne û meşandina xebata wan jî gelekî muhtacê agahî û giliyên ji gel e. Şefê operasyonê yê polêsê Skåneyê Börje Sjöholm dibêje, di saya wan agahiyên biçûk de piraniya caran ew di karê xwe de ser dikevin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".