Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Siyaseta Afganîstanê hat xuyakirin

Hat weşandin måndag 1 november 2010 kl 15.08
Lars Ohly û siyaseta Afganîstanê
(4:57 min)
Sahlin, Reinfeldt û Eriksson di civîna îro de

Hikûmet û dido partiyên muxalefeta Swêdê bi civîneke çapemeniyê siyaseta pêşeroja hêza leşkerî ya li Afganistanê diyar kir.

Hikûmeta Swêdê li derbarê hêza leşkerî ya li Afghanistanê de bi partiyên muxalefetê, Sosyaldemokrat û Keskan re, lihevhatinek çêkir. Lê Partiya çep xwe ji lihevhatinê paşve kişand.

Li gorî peymana navbera hikûmet û muxalefetê dê hêza leşkerî ya Swêdê hetanî konferansa Kabîlê ya sala 2014 li welat be û wê salê ewlekariya welêt teslîmê hikûmeta afghanî bike û dawî li rola xwe ya hêza şer bîne. Vê yekê serokwezîr Fredrîk Reinfeldt di civîna çapemeniyê ya îro de diyar kir.

Seroka sosyaldemokratan Mona Sahlin jî di civînê de got; dema mesele jiyana leşkerên swêdî be, divê lihevhatin û siyaseteke fereh hebe. 

Serokê Partiya Kesk Peter Eriksson jî got ew ji peymana bi hikûmetê re razî ne, û da zanîn ku dê ji sala 2012’an ve jimara leşkerên Swêdî yên li Afghanistanê bi qedeme were kêmkirin.

Hikûmet û muxalefetê di civîna çapemeniyê de ragihan jî ku ewê alîkariya aborî ya ji bo Afghanistanê jî zêdetir bikin.

Lê serê vê sibê, berya peymanê Partiya Çep da zanîn ku wan xwe ji nîqaşên bi hikûmetê re yên li ser Afghanistanê paşve kişandine.

Serokê partiyê Lars Ohly dibêje helwesta hikûmetê dûrê fikra Partiya Çep e ku dixwaze hêza leşkerî ya Swêdî di demeke kin de ji Afghanistanê were paşvekişandin.

- Di stratejiya hikûmetê de mêjûyeke destpêka paşvekişandinê ya zelal tuneye, her weha mêjûyeke zelal ya dawî anîna wezîfa hêzê jî tuneye. Ew naxwazin stratejiya leşkerî bi ya sivîl re biguherînin û bi vî re giraniyeke mezin bidin alîkariya însanî, dibêje Lars Ohly.

Ev zêdeyî hefteyek e, ku hemû partiyên parlamentoyê, ji bilî partiya Demokratên Swêdê, li ser pêşeroja hêza leşkerî ya li Afghanistanê muzakereyan dikin. Hikûmet ji bo piştgiriyê serî li partiyên muxalefetê da, ji ber ku di vê siyasetê de piraniyek wê ya dengan li parlamentoyê tuneye.

Partiyên sorekesk berya hilbijartinê di nav xwe de peymanek çêkiribûn û li gorî vê wan dixwestin hêza leşkerî ji sala pêş me û pêve paşve bikşînin û di sala 2013’an de dawî li hebûna leşkerî ya Swêdî bînin.

Û ji ber vê peymanê, partiya çep jî tevlî muzakereyên bi partiyên hikûmetê re bû, her çendî helwesta wan gelekî dûrê siyaseta hikûmetê ye.

De rödgröna hade redan före valet en gemensam överenskommelse om den svenska insatsen, där de ville  börja ta hem trupperna redan nästa år och avsluta den svenska närvaron 2013. Och på grund av den överenskomelsen, har alltså även Vänsterpartiet tills idag varit med och förhandlat med regeringpartierna, trots att partiet är det som står längst ifrån regeringens politik vad gäller Afghanistanstyrkan.

- Heta kêliya dawî me xwest em sah bikin ka derfet heye ku hikûmet li ser çar xalên bingehîn fikra xwe biguherîne, dibêje Ohly. Lê di wan muzakereyan de ku em tevlî bûn me tu şertekî me bi cîh nehat û ji ber vê yekê îmkan tuneye ku em peymaneke têra xwe baş çê bikin, dibêje serokê partiya çep.

Ew çar xalên xuyakar yên ji bo Partiya Çep girîng mêjuyek ji bo destpêka paşvekişandina hêza leşkerî, ya dûem xuyakirina mêjûya paşvekişandina hemû leşkeran, ya sêem stretejiyek ji bo vergerandina stratejiya leşkerî ya li ser stratejiyeke sivîl û ya çarem giranî-dana alîkariya însanî. Lars Ohly dibêje ”ya rastî ew naxwazin Swêd stratejiyeke xwe ya paşvekişandina hêzê çêbike, ew naxwazin şer bi dawî bikin.

Lars Ohly her weha gelek xeyal-şikestî ye ji ber helwesta sosyaldemokrat û partiya kesk. Bi ya wî wan xwe ji peymana partiyên sorekesk kişandine. Lê dê Partiya Çep ji wan şertan re sadiq bimîne û wê siyasatê di muxalefetê de bimeşîne.

- Peymaneke baş hebû di nav Sosyaldemokrat, Çep û Keskan de. Bi ya me ev ewqas baş e ku divê piştî hilbijartinê jî li parlamentoyê were temsîlkirin. Divê were dîtin ku ew siyaseta em pê re çûn hilbijartinê li parlamentoyê tê temsîlkirin. Ji ber vê yekê emê siyaseta xwe weke pêşniyaznameyekê li ser pêşniyaznama hikûmetê zêde bikin, dibêje Ohly.

Îro di hêza navnetewî ya li Afghanistanê de ji 46 welatan bi gîştî 140 hezar leşker hene. 500 ji vana leşkerên Swêdî ne ku ji sala 2002 ve li bakûrê Afghanistanê li herêma Mazar-î-Şerîf in. Hêza swêdî bi hêzên ewlekariyê yên afghanî re bi hev re dewriye digerin û bi niştecihên herêmî û nûnerên wan re civînan çêdikin.

Alîkariya însanî ya ku Swêd bi rêya SIDAyê dişîne Afghanistanê îsal 500 milyon kron e û bi taybetî jî diçe ji bo xurtkirina perwerdekariyê, perwerda jin û keçan û xebatên cûda yên ji bo jin û zarokan. Qismek ji vî pareyî jî diçe ji bo alîkariya avakirina şîrketên biçûk.

Belê, lê ka mesela hêza leşkerî dê bandoreke çawa li ser hevkariya partiyên sorekesk bike zehmet e mirov ji niha ve texmîn bike, dibêje Lars Ohly. 

– Zehmete ka evê bandoreke çawa li ser hevkariya gîştî bike. Lê ji bo me ev ne taktîkeke siyasî ye, ev meseleyeke şer û aşîtiyê ye. Divê em tevlî şerekî nebin ku nikare were qezenckirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".