Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

150 milyar bihayê nêçbikaranîran e

Hat weşandin tisdag 2 november 2010 kl 13.32

Li Swêdê, salê  nêzikê 150  milyar kron diçe ji bo nêçbikaranîna alkol û narkotîkê. Bi riya lêkolînêrineke  bihêz  ve dê civak bikariya gelek pere kombikira li gor baweriya Gerhard Larsson ku di nivisara xwe ya rojnemaye Svenska Dagbladet de diyar dike

-

Li Swêdê, salê  nêzikê 150  milyar diçe ji bo nêçbikaranîna alkol û narkotîkê. Bi riya lêkolînêrineke bihêz  ve dê civak bikariya gelek kombikira li gor baweriya Gerhard Larsson ku di nivisara xwe ya rojnemaye Svesnka Dagbladet de diyar dike

-Xeta sereke ferqkirina zû ye, reftarên mirov  ji  lênerînê û xizmetên civakî, ka mirov çawan hevkarî dike,  û ka kî çi dike. Ev li ser pêşdeçûna kaliteya naverokê ye  ka mirov dermankirinek çawan  pêşkêş dike, wegirtina bêtir kompetens, lêkolîn û xebatên perwerdihiyê ye ji bo kesên ku bi nêçbikaraninan/missbrukare re kar dikin çend xal ji van in. Dibêje lêkolîner  Gerhard Larsson.

Di roja îro de şaredarî û meclîsa wilayetê, tasarufek bi nêzikê 16 .5milyarder kron di salê de ji bo neçêbikarîneran dike. Nêçbikaranîna alkolê dema niha de 66 milyar ziyanê civakê dike, herwuha pê ve, nêçbikaranîna  narkotîk bi 62 milyar,  û dermanan  bi 20 milyaran  kronan tê.

bi hesabên nû di lêkolîna nêçbikaraninan de tê diar kirin ku tedbîrên nû, berî li pêsdeçûna nêçbikaraninên giran digire, dikare ji bo civatê gelek kêrdar bibe.

- planên diyar  ew e ku mirov bi awaye rutînî pirsa rewşa  vexwarina wan bikin ji bo peydakirina pirsgirekê û ji pêşkêşkirina alikariyê ji wan re. Ev  ji bo hebûna derfeta dermankirinê ye ku li hemû welate de, di heman astê de be, îro gelek ferq heye di navbera wan de,  dibêje Gerhard Larsson ji  navenda Nûçeyan ya Radyoya Swedê, Ekot re.

Dê ew vê biharê pêşnîyaza xwe li ser guherandina kanûndayîna derbarê neçêbikarîneran de pêşkêş bike.

- Gelek pere çuye ji bo ceribandinên xebatên neserketî  ku di dewsa vê de diviya pere ji bo berîlêgirtina bikaranînê danina dibêje Jan Börjesson,  serokê, Länkarnas Riksförbund  Federasyona ku ji nêrcbikarineran re hogiri dike.

Butce

-          erê me berê jî bal kêşandibû ser vê, hê berya tevgera lînkê, 30 berê, me diyar kiribû ku dê mesrefa di  nava bikaranînê de, dêlezandinek mezin pê bikeve û me dît ku gelek   pere dane rêxistinan û gelek ceribandinan. Paşî re emdibînin ku ev  rêxistinên ku gelek li ser vê pirsê zanyarin rastê  kêmtir butçeyan hatiye dibêje Jan Börjesoon.

Ev  rêxistin xwe wek apolitik, ne oldar,  û rêxistinek dilxwazi ya ideel nîşan dide , ew ji herkesên   ku dixwazin tiştek  bikin re  vekirine, îro nêzikê 5000 kes  bo bikaranînên nêç, xwe   di nav rêxistina Länkarnas Riksfördundê de derman dikin. Lê ev di navbera 10 û heta 50 ji sedan ev pereveqetandin kêmtir bûye, ku girêdaya xebatên şaredariyê dijê nêçbikaranîneran e.

-          erê me ditiye ku kêmkirineke  mezin li hemû Swêdê pêk hatiye him asta herêmê û him asta netewî de. Em dibînin, hogirên /sälsskapskapen  li Swêdê ku bêtir butçe wergirtne û me ditiye ku hejmara endamên wan jî bilindtir bûne û encamek gelek çêtir ji dermankirinê bixwe wergirtine.  iddia dike Jan Börjesson.

Jan Börjesson bawer dike ku lekolîna Nêçbikaranînê ya Gerhard Larsson destpêkek baş e ku bigihijine pirsgireka bikaranînê, lê belê ew diyar dike ku geşekirinên din hene ku bixine dora pêşî de.

-          erê, ango em dê, weka herdeman bikin ku me jê re şer kiriye.  Bi taybet  bazirganiya li ser sînorê, ku divê mirov bêtir imkan bide gumrik û polisê ku bikarin beri lê girtina importa hejmarek mezin ya alkol ku tenê ji bo firotanê û ne ji bo bikaranina xwe. Ev him ji bo alkol û him jî ya narkotîk e dibêje Jan Börjesson.

-           

Rêxistin, herwuha dixwaze ku firotana alkolê bi bihakirinek xurt bê kêmkirinê.

.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".