Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Siyaseta Afganîstanê Sorekeskan belav dike

Hat weşandin tisdag 2 november 2010 kl 13.59
Partiya Çep, li ser pirsa Afganîstanê danûstendinên xwe yên bi hikûmetê re dibire.

Hêza swêdî ya li Afganîstanê dê berî sala 2014an ji hêzên şerî biguherin hêzek xwedî rola alîkar. Roja duşemê doh hikûmet, partiya sosyaldemokrat û partiya jîngehê li ser vê li hev kirin.

- Carna em jê re dibêjin neqilkirina xwedîtiyê ji afganan bixwe re, ji sîstema dadmendiyê re, ji hêzên ewlekariyê re, ji rêvebiriya sîvîl ya Afganîstanê re, û her diçe rola me dibe ya alîkar, serokwezîr Fredrik Reinfeldt doh li ser lihevkirinê got.

Fikir ew e ku ev lihevkirin ji bo tevahiya dema wezîfeyê derbas bibe. Armanc ew e ku ev guherîn, ango neqilkirina ku serokwezîr Reinfeldt behsa wê dike, heta sala 2014an pêk bê. Sala pêşiya med dê hêza heyî her mîna niha, ji 500 leşkerên swêdî pêk bê lê ji sala 2012an û pêde dê hêza leşkerî kêm bibe û rêvebiriyek sîvîl xebata swêdî rêve bibe. Lê piştî sala 2014an jî dê leşkerên swêdî, bi armanca perwerdekirinê, her berdewam bimînin li Afganîstanê.

Yek ji du hevserokên partiya Jîngehê, Peter Eriksson, dibêje ku ev lihevkirin pir dişibe ya ku partiyên sorekesk berê li serê li hev kiribûn, ku li gorî wê divê herî dawî di sala 2013an de xebata leşkerî ya Swêdê bi dawî bibûya:

- Niha zelal e ku Swêd dikeve qonaxek nû tevî stratejiyek nû ku li gorî wê em bêhtir giraniyê didin alîkariyê û ji xebatek leşkerî derbasî yek destekdarî û sîvîl dibin. Hema bêje mîna lihevkirina ku me dê digel aliyê sorekesk bikira eger îmkanê me yê rêvebiriyê bibûya. Ferq biçûk in, Peter Eriksson dibêje.

Lê serokê partiya çep Lars Ohly, vê yekê bi tundî rexne dike, vê sibê di hevpeyvînek digel televizyona Swêdê SVT:

- Ya herî nexweş jî ew e ku dixwazin wiha  bidin xuyakirin ku lihevkirina wan dişibe ya ku em li serê beşdarî hilbijartinan bibûn, lê ne wisa ye. Di stratejiya hikûmetê de ne tarîxek zelal nîn e, ne ji bo destpêkê û ne ji bo qedandinê, ne ji bo veguhastina ji stratejiya leşkerî bo yek sîvîl, ne jî ji xebatek zelal ji bo alîkariyê.

Hefteyek e li ser xebata Afganîstanê guftûgo dibin berî pêşniyaza hikûmetê ya ku dê di roja pêncşemê de pêşkêş bibe. Ji ber ku hevbendiya bûrjûwa ne xwedî piranî ye, ew neçar man ku di nav partiyên din de li destekê bigere û danûstendinan bike digel partiyên sorekesk. Ango pêşî partiya çep jî di van danûsteninan de hebû.

Seroka partiya sosyaldemokratan Mona Sahlin doh daxuyand ku ew helwesta partiya Çep dixwest ku partiya Çep jî di nava lihevkirinê de hebûna:

- Heyf e ku ew niha jî ne digel me ne. Ji bo wan ev gav zêde ye û ez dibêjim xwezî ne wiha bûya. Me niha cesaret kiriye ku pişkdar bin di vê berpirsyariyê de û cesaret kiriye ku fikra xwe biguherin, ji ber ku ji dema lihevkirina me ya 19ê îlonê ve  guherînek pêk hatiye; yanî me hilbijartin wenda kir, lê bi xebatek hevbeş her pêdivî maye û ji ber vê hersê îro li vir in, Mona Sahlin ji bo partiya xwe, ya jîngehê û hikûmetê re dibêje.

Û niha, ji partiya Çep deng bilind dibin ji partiya wan bi tena xwe, bi zelalî xeta xwe bimeşîne. 

Li gorî lêkolînek ku rojnameya Dagens Nyheterê kiriye, ev daxwaziya ji çaran sêyên serokên herêmî yên partiyê ye.

Alexander Lowejko serokê herêmî yê partiyê ye li parêzgeha Jönköpingê:

- Me hewl da hevkariyekê saz bikin ku ji aliyê hilbijêran ve bawerî nestend. Û ji ber vê divê em zelaltir bin di helwesta xwe de. Bi baweriya min em dikarin bêhtir baweriyê wergirin eger em bikarin zelal diyar bin mîna alternatîfa çep ya ku li aliyê jaran e û dixebite ji bo refah û yeksaniyê, û divê em femînîzmê jî bêhtir bidin pêş bi raya min, Alexander Lowejko dibêje.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".