Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Carl Bildt gereke helwest diyar bike

Hat weşandin tisdag 2 november 2010 kl 16.18
"Darezandineke henekî ye"
(6:19 min)
Peter Hultqvist (S)

Parlamenterê sosyaldemokrat Peter Hultqvist ku weke çavdêr li bajarê Amedê tevlî doza li dijî siyasetvanên kurd bûbû pirsiyarnameyek da wezîrê karê derve yê Swêdê Carl Bildt.

Peter Hultqvist doza ku weke ”doza KCKê” tê binav kirin mîna dozek derveyê hiqûqê dinirxîne û ji Carl Bildt daxwaz dike ku li hemberî dewleta Tirk helwest bigire.

- Hikûmeta Swêdê divê li hemberî vê darezandina henekî ya li Tirkiyê helwest bigire. Divê her weha ji hikûmeta tirk re jî diyar bike ku ew ev darezandin nikare were qebûlkirin. Nerazîbûneke wuha dikare encam bide ji ber berjewendiyên Tirkiyê hene ku bibe endama Yekîtiya Ewrûpayê. Wê demê heqê mirov jî heye ku ji wan daxwaz bike ku nirxên hiqûq û qanûnên navnetewî bicîh bîne, dibêje Peter Hultqvist, parlamaneterê sosyaldemokrat.

Belê doza li hemberî siyasetvan û parêzvanên mafên mirovan yên kurd ku dido hefte berê li bajarê Amedê destpêkir hîna jî berdewam e.

104 ji wan girtî bi gîştî zêdeyî 150 kes bi tewana ku endam an jî alîgirên Koma Civakên Kurdistan – KCKê ne tên darezandin. Di nav wan de gelek şaredarên nûhilbijartî û rêvebir û endamên Partiya Civaka Demokratîk, DTP qedexekirî jî hene. Yekem pêla girtinan hefteyek piştî hilbijartinên herêmî yên buhara 2009 û pêla dûem ya girtinan jî payîza sala çû di pêvajoya ”vebûn” an jî ”açilima” kurd ya hikûmeta Recep Tayîp Erdogan de çêbûbû.

Peter Hultqvist ê parlamenterê Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê yek ji wan gelek siyasetvan û parêzerên Swêdî bû ku bi armanca çavdêriyê çû Amedê û çend roj berê vegeriya Swêdê. Hultqvist dadgeh û darezandina girtiyên kurd wuha dinirxîne:

- Ev mehkemeyeke gelekî ecêb bû. Wan li nava salona dadgehê 150 bersûc li cihekê dorpêçayî bicîhkiribûn. Li derdora wan jî 200 parêzer rûniştibûn. Her weha li beşeke din a salonê jî nêzî 100 çavdêr rûniştibûn, piraniya wan ji derveyê welat. Bi ya min vê darezandinê hîsek neda min ku dê bi awayeke adil were rêvebirin. Her weha sûcdarkirinên li dijî girtiyan jî pir ser-rû û çêkirî xuya dikirin, dibêje Hultqvist.

Peter Hultqvist darezandinê weke komediyek dinirxîne û dibêje mafê girtiya ku xwe bi zimanê kurdî biparêzin hat redkirin. Delîlên ji aliyê dozger ve jî hatine pêşkêşkirin gelek ji wan çêkirî ne an jî bêmane ne, weke hewla îspatkirina sûcê endametiya rêxistineke îllegal ji ber ku şaredariyek hîn ji broşûrên xwe yên fermî bi zimanê kurdî çapkirine. Û ji ber vê jî Hultqvist dibêje tiştekî ecêb e ku Yekîtiya Ewrûpa û Swêdê heta niha nerazîbûn nîşan nedane.

 - Bi ya min ev gelekî ecêb e, ji ber ku her tişt gelekî aşkera ye. Şaredarekî dihat sûcdarkirin ji ber ku agahiyên fermî bi zimanê kurdî çapkiribûn. Ev tiştekî nedîtiye. Ez nikarim ji sûcdarkirineke wusa re rêzê bigirin. Xuya ye her tişt gelekî keyfî tê meşandin. Û ez fam nakim da ew çawa nikarin qebûl bikin ku xelkekî ewqas mezin ya kurdan nikaribin ta ku zimanê xwe jî biaxivin, dibêje Peter Hultqvist ji Partiya Sosyaldemokrat a Swêdê.

Di bin navê ”doza KCK” de bi gîştî zêdeyî hezar siyasetvan û çalakvanên kurd li bajarên cûda tên darezandin. Doza li dadgeha bajarê Wanê, ku tê de 14 ji wan girtî 17 kes têne darezandin bi biryareke îro, sisê meh hat paşvexistin bêyî ku tu kes were tahliye kirin. Dadgehê her weha mafê parastina bi zimanê kurdî jî red kir. Bi ya Peter Hultqvist ev doz û darezandin ji gelek aliyan ve Tirkiyê dide dest.

- Rêya li ber tirkiyê gelekî dirêje, ji bo ew karibin şertên bingehîn yên endametiya Yekîtiya Ewrûpa bicîh bînin. Ez hêvî dikim ku ew karibin bibin endam lê divê ew bi rastî jî karibin di warê maf û azadiyên demokratîk de xwe biguherînin. Mehkemeyên henekî û çêkirî ne gavên demokratîk in. Dewlekete hiqûqê wuha tevnagere.

Bi ya Peter Hultqvist ji bo guhertin li Tirkiyê pêk werin pêdiviyeke mezin ji hêla navnetewî heye ku helwest bigirin û zextê li ser Tirkiyê bikin.

- Bi ya min pêdivî bi piştgiriyeke zelal ya navnetewî heye. Û min bi xwe jî dîtin ku nûnerên gelek ji welatên ewrûpî weke çavdêr li dadgehê amade bûn. Ez bi çend ji wana re axivîm, weke partiyên ji Swîssre û Brîtanyayê.

Hikûmeta Swêdê alîgirekî germ yê endametiya Tirkiyê ya Yekîtiya Ewrûpayê ye û wezîrê karê derve Carl Bildt jî gelek caran xwe weke dostê herî nêz yê Tirkiyê bilêvkiriye. Gelo Hultqvist bawer dike ku Carl Bildt bi rastî jî helwestek li dijî Tirkiyê bigire?

- Ez bi xwe bi tu awayî nikarim li hev bînim ka tiştê li Diyarbekirê dibe çi eleqa xwe bi hiqûq û qanûnên navnetewî re hene. Û ez wisa bawer im ku ev ji bo Carl Bildt jî gelekî hêsan e ku bigihîje vê encamê.

Di rojên pêş me de dê Carl Bildt bersiva pirsa Peter Hultqvist ya di warê darezandinên li hemberî siyasetvanên kurd bide. Hultqvist dibêje ew li benda bersivekê ne û ew ê pişt re biryar bidin da ji bo vê pirsê çi cûre gav bavêjin.

ZANA SCHIROYI

zana.schiroyi@sr.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".