Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Mona Sahlin bo cara dawî axivî di gotûbêja serokên partîya de

Hat weşandin onsdag 19 januari 2011 kl 14.40
Wêne:Fredrik Sandberg/Scanpix

Gotûbêja serokên partîyan ya îro li dar ket, mîna mersîmên xatir xwestinê bû. Hem seroka partîya sosîyaldemokratan, Mona Sahlin û hem jî berdevka partîya jîngehê, Maria Wetterstrand bo cara dawî axivîn di gotûbêja serokên partîyan de.  

Hevkarî û dest jêhiştina blokên sîyasî, peyamên Mona Sahlin bûn, seroka partîya sosîyaldemokratan ya dê dest ji serokatîyê berde.

Xebata Mona Sahlin ya sîyasî dirêj e, ji dest pêkê de ew genctirîn endamê parlamanê bû û bi demê re, xwe gihand cihê serokatîya partîyê wekî yekemîn seroka jin. Karîyerek mişt xebat lê hem jî bi gelek bûyerên bi nakokî û tevlîhev.

Di gotûbêja îro de giranî danî ser pirsên girêdayî kar û bêkarîyê. Û hêrîş kir ser meselên li dervehiştina mirovan û kesên li derveyê sîstema sîgorte kirinê manin. Û di axaftina xwe de jî çend nimûneyên hevkarîya sîyasî navbera herdu blokan de anî ziman. Wekî qanûnên buceyê bo parlamanê û reform kirina sîstema bacan.

Bi derbasbûna partîya demokratên Swêdê, Sverigedemokraterna, di parlamanê de, giringtir dibe ku sîyaseta swêdî neyên asê kirin di her blokekî sîyasî de. Mona Sahlin ev yeka got û daxwaza hevkarîyeke bêhtir kir ji partîyên rûniştî:

- Ez dê dest ji serokatîya partîyê berdem, lê ez tucarî dest ji xebata hember nijadperestîyê û demokratên Swêdê bernadim. Ez karim jî soz bidim ku ev yeka her dê prînsîpên serokê partîya sosîyaldemokratan yê nû be jî.

Sahlin anî ziman ku hevkarîyeke navbera her du blokan de bo xatirê Swêdê û miletê wê ye. Birîna sîyaseta blokan bo demokratîyetê bi fêde ye. Û di dawîya axaftina xwe de jî her sipasîya beşdarbûna gotûbêjên serokên partîyan kir di 30 salên wê di sîyasetê de, yên hem bi xweşî derbas bûn û carna jî bi nakokî.

Piştî sipasî kirina wê, îca serokên partîyên din sipasdarîyên xwe gotin. Serokê partîya moderatan û serokwezîrê Swêdê,  Fredrik Reinfeldt yekem bû bi pêşkêş kirina gotinên hêja derbarê seroka mixalefeta xwe:

- Çalakdarî û bengînî hatîye girêdan bi perpirsîyarîyê re di karê te yê sîyasî de. Ez hizra xebata te ya dirêj dikim di warê pirsên girêdayî zorîya hember keçên ji aslên bîyanî, pirsên girêdayî kesên hêtro û bîseksuelan û wekî te bi xwe zelal kir, xebata te ya hember rasîsmê û nijadperestîyê.

Her Jimmie Åkesson jî, serokê partîya demokratên Swêdê, sipasîya Mona Sahlin kir bo îlham dana hişt partîya wî derbasî parlamanê bibe. Reinfeld giranî danî ser pirsên derbarê aborîya Swêdê, ya bi awayekî geşbîn cihê ye ji aborîya cîhanî, bi tîcareteke rûniştî û mezin bûneke bêhtir.

Nuha dê hukûmet reformên nû bi kar bîne bo peyda kirina karên nû û hem jî giranîya dê bên danîn ser warê perwerdeyê. Di hundirê vê salê de dê planên perwerdeyê yên nû bên pêşkêş kirin, sîstemeke notan ya nû û perwerdeyeke nû bo mamosteyan.

Serokê partîya çep, Lars Ohly hêrîşî sîyaseta bazara kar kir û pirbûna kesên bêkar bo demke dirêj:

-Kesên bëkar di demeke dirêj de grûpeke hêdî hêdî mezin dibe û yên tên biçûk kirin di bazara kar de.      

Ev grûpeke nikar e bi pêşve herin ji ber dana qanûnên we. We karên bi navê ”plusjobb” rakirin ji ber nehêja bûna wan. Ev li gor gotinên te Reinfeldt, di tevgera hilbijatinan de di sala 2006 de. Û nuha we dest bi sîstemeke nû kirîye ya mîna karên koleyî ye bi miaşekî 10 000 û 5000 hezarên zêde jî yên dikevin bêrîkên şirketên kursîyekî didin wan ser rûnin û ne karekî hêja.

Ohly got em bi pêwîstîya sîyasetekê nin bo kar û pêşketinê. Gotûbêja serokên partîyan ya îro li dar ket her ya dawî bû bo Maria Wetterstran jî, berdevka partîya jîngehê. Û her di axaftina wê de jî nijadperestî û sîyaseta întegrasiyonê cihekî mezin girtin:

- Partiya jîngehê hilbijart ku hevkarîyê bi hukûmetê re bike di pirsên koçberî û întegrasîyonê de, di nav de jî ji bo ku Swêd nekeve heman rewşa Danmark ketîyê de îro. Ez geşbînê wê mim ku Swêd, ne wekî Danmark, berdewam be bi civakeke vekirî bi parastina azadîyê û mirovatîyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".