Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bild û Bildström jî ketine ber xezeba Wikileaksê

Hat weşandin fredag 21 januari 2011 kl 14.24
Wêne: Diane Janse/Scanpix.

Wezîrê Derve Carl Bild û Wezîrê Koçberîyê Tobias Billström piştî  aşkerekirinên ji  Wikileaksê rastê rexneyên tund tên.

Axavtinên wan ya sala 2007 ku bi balyozê Amerikayê Ryan Crocker re ku di derbarê penaberên Iraqî de pêk anîbû, li gor rojnameya Swêdî, Svenska Dagbladet.

Van herdu weziran jî, kuştinên namûsê wek sedem nîşan dabûn da ku  hejmara Iraqîyan  li Swêdê bisinor bikin li gor karmendekê balyozxaneya Amerikayê di belgeyek nû ya Wikileaksê de.

Bild li ser daxwazên swediyan ku siyaseta biyaniyan li dij Iraqiyan tundtir bike, - ku Swêd naxwaze mafê runiştinê bide wan û li gor belgeyên veşartî xwestiye lihevhatinek bi Iraqê re  lidar bixe ji bo paşve vegerandina iraqiyan. Ger ev pêk neyê jî, vekirina balyozxaneyek Swêdî li Bagdatê ne mimkun e  gotiye Bildt li gor vê belgeyê.

Gelek ji siyasetmedaran bi tundî ser rakirine û hestên xwe anîne zimên:

-Hikumeta me gelek berfireh li ser mafê mirovan diaxive û ev jî birastî awayeke ku mafê mirovan binpê dike.

-Bodil Cebalios berdevka siyaseta derve- û ew dixwaze giliya wan herdu wezîran li Komisyona Destûrê ya Parlemena Swêdê bike - li gor kanala televizyona Swêdî, TV4

Cecilia Wikström parlemena Ewrupayê ji Partiya Gel bi tundî li dij derdikeve:

-Bi raya min ev rezaletek e û ez nikarim bawer bikim ka Bild û Billström çawa van axavtinan kirine.

 Ew vê gotûbêjê bi nefret bi lêv dike.

- Daireya Koçberiyê divê herkesekê li gor pêdiviyaparastina wan xwedi derkeve ne li gor ka kî ji wan bi asayî entegre dibin yan nabin. Anjî ka ew ji welatiyên ku kuştina namusê pêk tê an na.

Dibêje Bodil Cebalios ji Partiya Jîngeh

Yek ji wan weziran jî nexwestine şiroveyekê li ser van belgeyan bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".