Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi sedan zarok nikarin biçine dibistanê

Hat weşandin onsdag 16 februari 2011 kl 14.21
Wêne: Tove Svenonius/Sveriges Radio

Hersal li Swêdê bi sedan zarok ji dibistanê tên avêtin. Her çend erka çûyîna dibistanê ji herkesê re wek hev be jî. Li gor çavderiya Dibistanê (Skolinspektionen) bêtir malbat gilî dikin da ku zarokên wan nikarin biçine dibistanê.

Sala par 239 gilî hatin ku ev li gor sala par bilindbûneke bi 68 bi sedê. Çavdêrî, mufetişî giranî dide ku dibistan jî şaredarî jî mecborîn ku ji hemû zarokan re perwerdehî pêk bînin.

- Ev bêşert e û divê mirov pêk bîne,  nabe ku zarok li malê bimînin dibêje şefa hiquqzanê ya Çavderiya Dibistanê ( Skolinpektionen) Ingägerd Hillborn.

Ev gilîname ji bo ku zarok alikariyek têrker nagirin li dibistanê û herwuha  bêtir rexne tên ji  şaredariyan re  ji ber ku qanûna dibistanan di çend xalan de naşopînin.

- Ev xemginiyek mezin e ku beryavan rewşan de mesele li ser zarokan e kul i malda dimînin ji ber sedemên cûda  ku nikarin, bêne dibistanê.

Ev ji bo her zarokek di vê rewşê de felaketek e.

Dibêje Hélène Ahnborg rêvebera çavderiyê ji (Skolinspektionen) çavderiya Dibistanan.

Giliyên li ser alikariya neçê an jî bêalikariyê hema hema bûye ducarê xwe û gihijte 610an. Û biryarên rexenyî ji ber alikariya nebaş tucarê evqas bilind nebûbû ku niha hejmara wan 300 an  jî dibore.

Dêûbab bêtir zanyar bûne, a niha hêsantir bûye ku bi riya webê gilîname rêbikin, lê mimkune jî ku dibistan bêtir neçêtir bûne  dibêje çavderiya dibistanan.Sedema  ku zarok li malê dimînin, bêtir dibistanin  ku piştgirîya wan de kêmasî heye.

Erka çûyina dibistanê tê wateya ku dibistan jî divê perwerdehî bide. Lê li Swêdê di roja îro de nêzikê 150 zarok qet naçine dibistanê û 600 zarok jî bi kêmanî nîvsal naçinê.

Çavderî (Skolinspektionen) diyar dike ku di nav wan dibistanan û şaredariyan ku li dij qanûna bingehîn  ya erka dibistanê derketine, yên wisa hene ku qet  lekolînek jî nakin dema zarok di demek dirêj naçine xwendina xwe.

Divê dibistan lêbikole ka çi astengî û pêdivî hene ji bo xwendekaran, ka çi piştgirî ji wan re pêdiviye û wan bişopîne û herwiha binirxîne ka ev piştgirî çawa pêk tên dibêje  Marie-Hélèn Ahnborg.

- Kengê mirov van bike ew dem mirov dizane û mirov dikare xwe piştrast bibîne ka ev tedbîrên me rast in. Gelek caran mirov piştgirî dide lê dibe ku ev şaş  bin, dibe ku pêdiviya zarokê ne ev yek e. Paşî re dema mirov dibîne ku mirov tu tedbîrek danaynin jî, hema hê dewreke zû de dev jê berdidin dema mirov nagihije zarokê an jî dêûbabê wan, dema  zarok anjî dêûbab dibêjin ku ew neçarin û lewra li malde dimînin, dibistan û şaredarî zû teslîm dibin.

Dibêje Marie-Hélèn Ahnborg û bîra me dixe ku;

- Her çend dijwar jî be, herçend tevihev jî be di rewşekê wiha de, nabe ku şaredarî û dibistan zû dev jê berdin, divê mirov herdem riyek din biceribîne û bizane ka çima zarok naxweze were dibistanê  lewra ev pirsgirekek ciddî ye û divê dibistan jî şaredarî jî bi awayek ciddî  li serê kar bikin

- Dîyar e ku ev çareser nabe. Ez bawer dikim ku ez yekem zarok im li Swêdê ku dixwaze biçe dibistanê lê nikare biçe   

Dibêje Anton Viding ku nexweşiya ADHD ye.

Konsantre bûn dijwar e ji wan re û têgihiştina demê jî cûda ye cem wî. Dibistana wî Eriksdalsskolan li Stockholmê pêkneanî ku ders bidê, û ji adara sala par ve heta niha naçe dibistanê.

Malbatê xwest ku ew bişînîn dibistanek taybet ku li wir personal xwediyê zanistiyê ser nexweşiya ADHD bibin. Lê daxwazî ji aliyê rêveberiya taxa Hägersten-Liljeholmena Stockholmê ve hatiye redkirin.

Di biryara  rêveberiyê de ku payîza borî gihijtibû destê Anton, dinivîse ku ”ew formadibistanê   ku li gorê Anton e, de cih nemaye” . Û dibistanek bi lênêrin jî pêdivî nine ji Anton re li gor biryara şaredariyê.

Ji parve heta niha Anton neçûye dibistanê, herçend erka dibistanê hebe jî herçend şaredarî mecbore ji zarokanre çûyîna dibistanan amade bike, û herçend ew zarok bi rastî jî bixwaze biçe dibistanê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".