Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Lêhûrnerîna lêdana zarokan giran bi rêve diçin

Hat weşandin torsdag 17 februari 2011 kl 10.33
Wêne: Scanpix.

Lêhûrnerîna polîs û dozgeran bo rewşên gumanjêkirî yên lêdanên zarokan ta nuha hîna jî hêdî bi rê ve diçe. Rêxistina Rädda barnen, ya mafên zarokan diparêzin vê yekê tesbît dike di statîstîkeke nû de ji dezgeha dozgeran.

Li gor qanûnê divê lêkolîn û lêhûrnerîna rewşên lëdana zarokan bêhtir ji 90 rojan wer negire, lê her dîsan jî bi navencî dora 115 rojan dirêj dikin. Ev tê bi wateya ku caran jî çen ji lêhûrnerînan demeke dirêjtir distînin.

- Bo zarokan dibe ku hest dikin ku kes bi cavekî cidî li rewşa wan na nerin, ku kesek li gotin û çîrokên wan guhdarî nakin. Di rewşa herî xirab de dikevin bin dextê de, tên tehdîd kirin yan jî tên bertîl kirin bo ku devê xwe venekin dema tên ba polîsan. Psîkolog Åsa landberg ji rêxistina Rädda barnen, dibêje ku ev yeka tê bi wateya ku zarok karin berdewam bin û bijîn bi lêdanê de.

Lêhûrnerîna rewşên lêdana zarokan li Malmö yê wekî nimûne kare navencî 168 rojan diêj bike û li Sundsvall 153 rojan. Di hundirê vê demê de metirsî û rîska peyda dibin ku zarok hemû bûyerên hûr ji bîr bikin û bi gelekî zehmetir dibe bo wan ku bi kar anîna lêdanê îsbat bikin. Psîkolog Åsa Landberg careke din:

- Zarok bi taybetî, qurbanên tawanan yên xembarin û bo dema payînê ya dirêj bo zarokekî tiştekî cuda ye danberhev bi bo mezinekî re.

Mecilisa dozgeran li Helsingborg dema navencî ya lêhûrnerîna rewşên gumanjêkirî yên lêdana zarokan daxistinin ta 66 rojan. Dozger Christer Forsman zelal kirinekê dide û dibêje çar dozger yên pisporin di warê rewşên bi vî awayî de, û hem jî hevkarîyek baş bi polîs re sînorê demê yên eşkere kiri da ye.

- Jêpirsîna zarokan divê di hûndirê du heftyan de pêk bê û di wê demê de jî divê nûnerek taybetî ji zarokê bên danîn, herweha divê peywendî bi polîsên yekem li cihê tawanê peyde bû, bên danîn. Divê isbatên henin ewle bibin, belkî pêwîstîya filîm kişandinê jî hebe. Dozger Christer Forsman bo hemû kesên tevlîbûyî gelekî giring dibîne dema sîstema dadmendîyê giranîyê datîne ser bûyerên bi wî awayî.

Nimûneya Helsingborg, îstîsnayeke û ne qayde ye. Lê herçend rexne peyda dibin herdîsan jî rêxistina mafên zarokan, Rädda barnen dibêje ku rewş piçekî baştir bûye ji sala par de.

Dezgeha dozgeran kordînekarek tayîn kirinin û projen li darin nuha bo lez lêkirina dema lêhûrnerînê.

- Psîkolog Åsa Landberg ji rêxistina Rädda barnen, dibêje ku mezinek bûbe qurbanê tawanekê kare bi serê xwe ji wê deverê bireve û li parastinê bigere. Lê zarok nikarin vê yekê bikin dema dikevin bin zorî û êşê de di hundirê malbatê de. Ji ber vê yekê jî gelek sebeb henin û ne tenê qanûn heye, bo lez lêkirina dema lêhûrnerîna rewşên gumanjêkirî yên lêdana zarokan.

Li gor agahdarîyên vê raporê dîyare hejmara gilîyên lêdana zarokan li Swêdê bêhtir bûnin û hejmara sala par giheştibû 11 530 gilînameyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".