Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Projeya nû dê bîyaniyan zûtir bike nav bazarê kar de

Hat weşandin torsdag 17 februari 2011 kl 14.02
Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Bîyanî ji bo xweşjiyana civakê pêdivî ne. Ev yek li gor gelek aliyên piyaseya karê  ya Stockholmê ye. Li di dema niha de heft sal dikêşe heta ku biyanî xwe di piyeseya karê ya swêdî de cîbecî bikin. Projeya Tema Nyanlända ( yên nû hatine) ku ji aliyê Birêveberiya Wilayetê ve tê lidarxistin konferansekê li Kulturhusetê li Stockholmê pêkanîn.

Li wir li ser rêbazên ji bo kurtkirina demê ji bo bîyaniyan ku xwe zû di piyeseya karê de bicî bikin hate gotubêj kirin. Jan O Karlsson ku berê wezirê koçê bû niha di konseya Tema Nyanländayê de kar dike.

- Divê mirov  bi zelalî bide zanîn ka ew kes  dikarin çi karê bikin dema tênê vir, ne tenê perwedehiyên formalite binêrin,  lê ka çi mesleg wan û tecrubeyan li cem xwe kom kirine di jiyana xwe de, ku em dikarin jê sûd wergirin. Paşîre divê em li bi pêdiviyên kardêran re bidin berhev.

Walî Per Unckel beşdarê konferansê bû bazara karker û kardêran(Rekryteringsbazaren bû li Kulturhusetê. Li gor wî bixwe jî ku 7 sal demekî dirêj e ji bo bicîkirina xwe di pieyseya karê swêdî de. Lê gelo li gor wî ev girêdaya çi ye?

- Ev girêdaya nezanine me hemuyan e. Û ya herî giring ew e ku em nizanin ka di destê bîyanî û penaberan de çi hene. Em nizanin ku ew kesên ku ji aliyek din ji dinyayê tên ku xwediyê mitehitî, zanyarî û daxwaziyên pêşveçûnan in  ku ji me re pêdivî ne. Şiroveya min ya pêşî nezanina me ye.

Li ser guhertina helwestan tê axavtin. Lê di praktîkê de çawa ye gelo? Di bazarê karê de gelek rêxistin nûnerî dikin. Peter Malmström berpirsiyarê bazarê ji şirketa wezifedayînê (bemanningsföretaget)Academic Resource li ser  bazirganiya swêdî li biyaniyan çawa pêşwazî dikin nêrîna xwe  ji me re şirove dike.

-Bazirganî di van salên dawî de bi xurtî guheriye ye. Di destpêkê de min digot ka ji aliyên wan de dijberî heye, ji ber ku em bi gelek mişteriyan ve ku koka wan biyani ye re kar dikin. 

Branşa wazifedayînê xwediyê  pircureyiyeke mezin e, û bi vê riyê em hinek wek rêberin ku em karkeran  lê meslegên tînin ku hê nû destpêkirine. Û ev jî girêdaya ku em xwedî li  kesên bingehên cûda derdikevin di vê branşê de. Di van 5 salên dawî de guhertinek mezin heye.

Dibêje Peter Malmström, berpirsiyarê wezîfedayînê li Academic Resource.

Gelek kes serî li Kulturhustê dane ew roj. Yek ji wan mêvanan Saffia Abdullah e. Ew niha swedî dixwîne û di beşa xizmeta civaki ya kalûpîran de jî extra kar dike li dawîyên hefteyan. Berya hertiştê ew dixwaze bibe binhemşîre her çend ew riyek dirêj jî be jê re ew dîsa jî ew bi hêvî ye.

-Yên ku swêdî dixwînin wek me, û diçine perwerdehiyek bivê nevê dê karekî bigire. Lê bê perwerdehî kar girtin  bê şik dijwar e. lê ka em bibînin ka çi dibe.

Ev mesele ne tenê peyda kirina kareki  ye,  lê karê rast e. Kesên ku derveyê welêt çêbûne, heta niha kes nexwestiye  xwedi li wan derkeve li gor rapora Tema Nyanländers ango kesên nû hatine vir.

Peter Malmström ji me re şaşîyên ku berê çêbûne ji me re eşkere dike.

- Ez bawer dikim ku şaşî li vir e ku xwestine hema van kesan bikine nav karekî de her çend ew kar ne li gor karkerê jî be. Ev pêvajo gelek lezgîn pêk hatiye heta ku pê bizanin ka jîrbûn li ku derê gelek pêdivî ye.

Walî Per Unckel bawer dike ku nezanîn herwuha wezifedayînê  jî nîşan dike ya  bîyanîyen xwediye perwerdehiya bilind û  pêşbînî jî hene ku girtina kesekî swedî ji karê re hêsantir e.

- Bi raya min gelek şîrket niha jî bawer dikin ku kardayîna yekî swedî hêsantir e û pirsgirekên wan hê kêmtir e.  Bi vê yekî jî nezanîye ka avantajê pirkulturiyê dê çiqas ji  şîrketê re heye.  Ev nezanîn e ku dîsa xwe nîşan dide. Dibêjin qey  girtina swediyan hêsantir e lê gelek caran ev berevajî ye dema ku roja wê tê. 

Ji bilî guhertina helwestan û têgihijtinan bi avantajên hêza karê pirkulturiyan,  ev mesele li ser ku pêdiviya Swêd bi taybet ya Stockholmê di pêşêrojê de dê bi hêza karê hebe.

Li gor Jan O Karlsson  niha nêrînên wan  li ser bîyanî û penaberan hegelek guheriye.

- Mesele êdi ne parastina wan ji tundûtujiyê ye, lê êdi ku xwe bixwe xwedi bikin û bibin endamên civaka me û ev jî derengî ketiye. Lê niha divê em balbikşînin ser ku bi rastî jî pêdiviya me bi wan heye,  ne ya wan bi me.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".