Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hejmara zarokên bi nexweşiya derûnî bêtir bûye

Hat weşandin fredag 18 februari 2011 kl 12.51
Rewsa derûniya zarokan
(7:00 min)
Wêne: Ingvar Karmhed/Scanpix

Hejmara xortên ku rewşa wan ya derûnî ne baş e bêtir dibe, lê hejmara cihên lênêrinê jî kêm dibe. Ji ber vê yekê jî dijwar e ku lênêrîna wan bikin ji bo pêdiviyên wan. Li gor çavkaniyan hikumet nêzikê milyarek pere daye serê ji bo çêtirkirina rewşa di nav psikiyatriya zarokan lê pere bêtir çûye lênêrine destpêkî.

Niha rapor tên ku hejmara lênêrinên nexweşxaneyan de, ji bo zarok û xortan piştî sala 2000 an  heta yek ji sêyan kêm bûye, di heman demê de  rapora tenduristiya civakê ya, Socialstyrelsen, ango Daîreya Giştî ya Karûbarên Civakî ya sala 2009  nîşan dide ku hejmara xortên ku pêdiviya wan ya lênêrina nexweşxanê hene bûye sê carên xwe.

Encama vê jî ev e ku xort lênêrîn wernagirin an jî kesên ku li nexweşxanêde hatine derman kirin şandine cihên din.

Birgitta Hagström şefê yekineyê ji Socialstyrelsen ji navenda nûçeyên Radyoya Swêdî Ekot re.

- Di lêkolîna me de me zarokan di Hem för Vård eller Boende û Statens institutionsstyrelse ango malên taybet ji bo zarokên ku bi sedemên cûda ve nikarin li gel malbata xwe bijîn. Ji dewsa wan de pêdiviya van zarokan li nêrînên psykiatrîyê di nexweşxaneyê de heye. Pirsgirek ew e ku personalên di van malan de xwediyê zanyariyan nînin, derman kirin nayê pêk anîn ku ji wan re pêwist e dibêje Birgitta Hagström.

Herwuha bizişkê derûniya zarokan, û docent li Zaningeha Uppsalayê  Dr. Abdulbaqî Mayî bersîva pirsa me dide da çima rewşa derûniya zarokan xirabtir bûye û ger bi awayekê rast neyên dermankirin ci li wan tê.

Li pişkoka guhdarîkirinê bikin û  guhdarî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".