Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karmendên balyozxana Libyayê dev ji karên xwe berdidin

Hat weşandin tisdag 22 februari 2011 kl 10.52
Wêne: Bertil Ericson /Scanpix.

Sê karmendên balyozxaneya Libyayê li Stockholmê ku hevwelatiyên Swêdî ne roja duşemê dev ji karê xwe berdan wek protest li dij êrişên rejîmê li ser gel.

- Em bawer nakin ku em bikarin di balyozxaneyek de kar bikin ku girêdaya rejîmeke ku zordestî dikin û komkujiyan li ser gel dikin dibêje karmendekê ji Televizyona Swêde re.

Di nameyek vekirî ya protesto de, banga hemû karmendên balyozxaneyan dike ku dev ji karê xwe berdin. Televizyona Swêdî li karmendek berpirsiyar li balyozxaneya Libyayê geriya ji bo şiroveyê wan,  lê nekarî ser bikeve.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".