Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Dêr ji bo kesên ji sîgortê derkirî bang dike

Hat weşandin tisdag 22 februari 2011 kl 11.18
Wêne: Tora Lindberg, Sameradion.

Dêr dixwaze ku siyasetmedar derkirina ji sigortê rawestînin. Di kombûna ku îro tê lidarxistin konseya xiristiyanan ya Swêdê, daxwaza  guhertina reforma sigorte ango bîmê nexweşîyê dê bikin.

Şeş sal berê jî kilîseyan bi berhev kirina navan bangekî lanse kiribûn bi navê banga Paskalyayê ( Påskuppropet), ji bo penaberên veşartî. Bi alikariya vê  bangê ve, parlementoyê  biryara afûyêk demborî dabû.

A niha jî konsey bi 28 dêrên welêt ve, dixwaze dengê xwe ji bo kesên ji derveyê sigortê mane re, dengê xwe bilind bikin.

Diakona  ango karmenda dêrê Irêne Gunnehil ji bajarê Helsingborg li ser hewcedaran ku piştî pêkanîna reformê bilindtir bûne diaxive.

-Ev gelek asayî ye kesên ku rewşa derûniya wan neçê ye ji sigortê derdibin. Dibe ku nameyekî girtine ku ser dinivise dema sigorteya wan qediyaye lê wan neşiyane pê dibêje Irêne Gunnehill.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".