Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo guhertina lîsansa Televizyonê gotûbêj hene

Hat weşandin tisdag 22 februari 2011 kl 11.42
Wêne: Jonas Ekströmer/Scanpix

Di parlementoyê de ji bo guhertina lîsansa Televizyonê piranî dixwazin ku lêkolîn pêk bê. Buharê lêkolînek nû ji bo xizmeta temaşevanan (Publicservice) tê lidarxistin. Niha berpirsa Televizyona Swêdê SVT Eva Hamilton pêşnîyar dike ku hikumet destûr bide ku nêrîna bernameyên Televizyona Swêdî li ser internetê jî bi pere pêk were.

Ji dewsa ku xerca televiztonê girêya bi alavê televizyonê  bikin divê herkesekê  bi awayek din buhayê xerca nêrîne bide ku ne girêdaya alavek teknîkî bibe, pêşnîyar dike Eva Hamilton.

- Ji vir pêde, wusa dixuyê ku êdi em dê di computerê de li televizyonê binêrin, ji xwe ev ji îro de destpêkiriye jî. Lewra dem dema nûjenkirina lîsansa radiyo û televizyonê ye, lê herwuha tempoya  bingehîn jî divê bê parastin. Ya herî giring ev e ku kesên xwediyên naverokên xizmeta temeşevanan in divê xerca çapemeniyê bidin û ev yek jî li hinek deveran  di rêde yewek Almanyayê.

Yê ku şirketên xizmeta temaşevanan ne dike nearamiyê de ev e ku  ev şîrket dê pêşerojê de ji aliyê vêrgiyan ve bên finanse kirinê, û herwuha serxwebûniya wan jî dike nav rîskê de li gor rêveberiyên Televizyona Swêdî û Radyoya Swêdî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".