Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kurdên bênasname li rojavayê Kurdistanê ji mijarên serekî bû di konferansa CHAK de

Hat weşandin tisdag 22 februari 2011 kl 12.57
Konferansa navneteweyî ya dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK .Wêne: Zayele

Dezgeha mafê mirovan Kurdocide Watch-CHAK konferanseke berfireh derbarê rewşa kurdên li rojavayê Kurdistanê 12 sibatê, li ABF a Stockholmê li dar xist.

Zayele beriya nuha raporek amade kir derbarê naveroka konferansê û ev beşê duem e.

Gelek kesayetîyên navdar ji partiyên siyasî, dezgehên mafê mirovan û pisporên pirsê beşdarî konferansa bûbûn, lê her weha kurd ji temamê Swêdê hatibûn bo guhdarî kirina mêvanên beşdar.

Yek ji wan dr. Karim Hasan bû, kurdek bênasname ji rojavayê Kurdistanê, yê behsa jiyana xwe kir ser şanoyê û ji Zayele re astengîyên jiyana xwe dema li Kurdistanê bû ronî kir.

Xalên navendî yên hatin şîrove kirin di konferansê de, pirsgirêka kurdên rojavayê Kurdistanê bûn bi giştî, ji bilî mafên bingehîn bêguman pirsa mafê hemwelatîbûnê bû bo wan gelek kurdên di herêmê de îro dijîn bê nasname û ew kurdên bi carekê re ne qeyd kirî nin di sîstema hukûmî de.

Herweha pirsa dekrêta 49 an ya ji aliyê serokomarê Sûriyê hatiye pejirandin û bi rêya wê talankirina mal û milkê kurda pêk tê hate şîrove kirin.

Di nav kesên beşdar de, nûnerên bêhtirînê partîyên swêdî amade bûbûn û axaftinên xwe pêşkêş kirin. Hêvîya gelek ji wan ew bû ku demokrasî ava bibe di rojhilata navîn de û bi hêvîya ku rêjîma Sûrîyê di rêza rêjîmên ketî de be.

Claes Nordmark, nûnerê partiya sosyal demokratan behsa gerên xwe bo Kurdistanê kir û derbarê bêdengîya sîyasetmedarên swêdî bo rewşa rojavayê wê kir binasê kêm agahdarî û nezanîya wan ser rewşê:

- Eger zanyarîyên mirov nebin derbarê mijareke wê demê tu giringîyê ji wê re nabînin ku şîrove jî bikin ser asteke siyasî. Li gor Claes Nordmark gelek sîyasetmedarên swêdî kêm zanin ser rewşa Sûrîyê û ev mijara jî cihekî kêm wer digire di şîroveyên sîyasî yên swêdî de.

Ew bawer jî nake ku bêhtirînê wan ji binî ve zanin ku kurd li Sûrîyê henin yan jî nexwedan nasname nin. Û sebebê wê jî nizan e. Lê Claes Nordmark ji partiya sosyal demokratan û herweha bêhtirînê nûnerên partîyên jî daxwaz kirin ji hemû kesên çalak ku xebata xwe berdewam bikin û herdem wan agahdar bikin ji aliyê bûyerên bi serê kurdan ve tên. Ji ber dema zanîyarî hebe dawîyê dê her rolekê bilîzin.

Claes Nordmark, wekî nûnerên din ji partîyên swêdî soza belav kirina agahdarîya derbarê rewşa kurdan li Surîyê di hundirê partîya xwe da û bi siyaseta xwe şîrove bikin ser astên cuda.

Ji bilî behsa giştî ya mafê mirovan, rewşa girtîyên sîyasî û mafê derbirîna bîrûbawerîyan, rewşa aktuel ya rojhilata navîn û dewletên erebî hate ziman, wekî ketina rejîma Tunisê û Mobarekê Misrê. Claes Nordmark jî derbarê rejîma Sûrîyê dibêje ku ketinin tirsê de, yan na Başar al Assad dê çavdêrî kirina ser netê û Facebookê sist nekiriba piştî pênc salan. Guhertinên biçûkin, lê dê hêdî hêdî bi pêşve here, li gor wî, ber bi demokrasîyê ve.

Seyran Duran, seroka yekîtiya jinên Kurdistanê amade bû li konferansê û gelekî razî bû bi naveroka wê, lê li gor dîtina wê mijareke wisa berfireh demke dirêjtir dixwaze.

Kurd ji temamê Swêdê li konferansê amade bûbûn, yek ji wan Bengîn Haco bû yê dibîne şîroveya mijara erebkirina herêma Kurdistanê giring e lê ya giringtir ew e ku em stratêjîyekê ji wê re bibînin û çareser bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".