Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kesên li derveyê welat ji dayik bûnin gelekê caran pereyê nexweşiyê wernagirin

Hat weşandin onsdag 23 februari 2011 kl 11.05

Beşekî mezin ji wan kesên li derveyê welat ji dayik bûnin pereyê nexweşiyê wernagirin danberhev bi kesên li Swêdê ji dayik bûnin. Statîstîka kaseya sîgorteyê, försäkringskassan vê yekê eşkere dike ser daxwaza rojnameya Dagens Nyheter.

Kaseya sîgorteyê ji her serê sêyan yek re ji wan kesên daxwaza alîkariyê kirin û li Swêdê ji dayik bûbûn, pereyê nexweşiyê qebûl nekir.

Lê pereyên nexweşiyê bo nîva hejmara kesên ji Turkîyê, rojhilata navîn û bakûrê afrîka yê nin, nehat qebûl kirin.

Û diyare bi awayekî giştî alîkariya aborî bo rewşên nexweşiyê ji kesên li derveyê welat ji dayik bûnin re, gelekê caran nayê qebûl kirin danberhev bi wan yên li Swêdê ji dayik bûnin.

Magdalena Brasch, şefa beşê çalakîyê ye li bîroya serekî ya kaseya sîgorteyê, û ew ji rojnameya Dagens nyheter re dibêje ku ew bi xwe nizanin çima rewş bi vî awayî ye.

Magdalena Brasch dibêje ku kare ji ber sedemên cuda be, yek ji wan ew e ku bêkarî pir e nav grûpên di statistîkê de diyarin, lê kar e jî girêdayî cudatî kirinê be.     

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".