Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rêyên Swêdê ewletir bûnin

Hat weşandin onsdag 23 februari 2011 kl 13.29
Wêne:Gunnar Lundmark/Scanpix

Giranî û karê hatîye danîn ser ewle kirina rê û cadeyan, ne tenê hejmara hadis û qezeyên mirinê kêm kiriye, hejmara kesên di trafîkê de birîndar jî dibin kêm bûnin. Hem birînên giran û yên sivik jî kêmbûnin li gor hejmarên nû.

Sala par hejmara kesên di trafîkê de mirin gelekî nizim bû û rekor şikand, hejmar dora 270 bû.

Û hejmara kesên di trafîkê de birîndar bûn bi 7 % kêmtir bûn. Ji 31 000 kesî sala 2009 daket 29 000 di vê salê de. Ev li gor hejmar û agahdraiyên polîs û beşên acil yên nexweşxaneyan.

Sedema kêmkirina van hejmaran ew ku rê û cade ewletir bûnin, bi parastinên hesinî li dor rêyan, û beriya hertiştî çavdêrî kirin û daxistina leza sîyaran.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".