Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Biryar hat dayîn; J.Assange dê bê teslîm kirin

Hat weşandin torsdag 24 februari 2011 kl 09.52
Wêne: Matt Dunham/Scanpix.

Julian Assange dê  teslîmê Swêdê bikin li gor peyama dadgerê ji dadgeha Londonê . Lê Assange bi yek carê diyar dike ku ew dê vê biryarê îtiraz bike. Biryara teslîmkirina Assange ya sistema dadmendiya Swêdê îro hat hat dayîn.

Û biryara  dadgeha Belmarshê li Londonê îro her çi bûya , dê bihata îtîraz kirin. Ev yek li gor daxuyaniya dadger Howard Riddle ye ku piştî dadgeha 3 hefte berê diyar kiribû.

Parêzerê Assange Geoffrey Robertson iddia dike ku risk heye ku  doza Assange li Swêdê bi dirustî pêk neyê, ku riska zormilîyên siyasî hene û risk heye ku hêdî hêdî wî teslîmê Amerikayê bikin û li wir jî risk heye ku cezayê îdamê bidenê.  Şika parêzer herwuha li ser dozgera Swêdî Marianne Nys  heye da guman li ser destdirêjî bi rastî jî heye an na.

Rexne ji gelek kesan û welatan tê û daxwaz dikin da doz bi adil bê lidarxistin.

Serokwezîr Fredrik Reinfeldt sistema edaletê ya swêdî diparêze li hember tawanbariyên parêzerên Assange.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".