Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêdiyek li Libyayê birîndar bû, heft jî jê derketin

Hat weşandin torsdag 24 februari 2011 kl 10.32
Wêne: SR Libya

Hevwelatiyek Swêdî li kolana bajarê Trablos ( Tripoli)  li Libyayê ji aliyê çekê ve birîndar ket. Ew kes 60 salî ye û ji navenda Swêdê ye. Ew li nexweşxaneyê hatiye derman kirin lê niha li mala xwe de ye û rewşa wî jî baştir e. Ev yek ji aliyê Wezareta Derve ve tê peyîtandin.

Herwuha ji ber teviheviyên li Libyayê, heft Swêdî jî roja çarşemê ji Trablosê bi balafirek derketin û gihijtine Roma Italyayê. Li gor Wezareta Derve.

Ev kes hevwelatiyên Swêdê ne lê li Libyayê kar dikin û gera wan ji Libyayê, ji aliyê Wezareta Derveyê ve hatiye lidarxistin.

Piraniya wan li Ericssonê li Libyayê kar dikin û hemu kesên ku di vê şîrketê de kar dikin niha ji welêt derketine.

Li gor WD nêzikê 20 swêdî li Libyayê ne, lê gihijtina wan dijwar e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".