Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
ئاگاداری! لە ناوچەی کرونوئۆسەن ئاگرێکی بەهێز کەوتۆتەوە

Karûbarên zarokên penaber di dema hatinê wan de dê bê pêkanîn

Hat weşandin torsdag 24 februari 2011 kl 11.45
Wêne: Stig-Åke Jönsson/Scanpix.

Lê belê ji bo mafê zarokan jî têdikoşe Tobias Billström. Daireya Koçê dê muamalaya mafê wergirtina penaberiyê hema di dema hatina wan de bike ji vir pê de. Ev tê wateya ku şaredariyên pêşwaziyê,  wek Malmö, Sigtuna, Mölndal û Solna dê ji niha gelek pirtir zarokan werbigirin.

Wezirê Koçê Tobias Billström lêkolînek li ser şaredariyan daye destpêkirin ka bêtir şaredarî divê pêşwaziya van zarokan bikin yan na.

 Lê li gor birêveberî giştî  Dan Eliasson dem tuneye ku heta lêkolîner bigihije encama xwe, ji xwe hejmara zarokên ku li benda biryarê in ji nihade gelek e.

 Û ew di zanînê de ye ku şaredariyên pêşwazîyê dê ji barên karên xwe girantir jî dilxweş nebin.

- Bê guman dê ew xwe nav stresê de bibînin. Dê ew xwe di nav berpirsiyarek nexwestî  bibînin. Lê ger em di navbera mafê zarokan û westandina şaredariyan de hilbijêrin, bê şik  divê em mafê zarokan hilbijêrin herdem. Dibêje  Dan Eliasson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".