Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

"Pêla penaberan" ji welatên Afrîkayê YE xiste tirsê

Hat weşandin torsdag 24 februari 2011 kl 11.50
Wêne: Hussein Malla / Scanpix.

Îro wezirên koçê yên Yekitiya Ewrupayê li Brukselê kom dibin da ku li ser amadehiyên koçberiyên muhtemel ji  Bakurê Afrikayê û Libyayê, gotubêj bikin. Hişyarî ji bo pêla koçberiyê ya mezin  ji Italyayê  ve hatiye dayîn. Lê belê Wezirê Koçê Tobias Billström dixwaze tirsa wan bişkîne û dide dîyarkirin ku heta niha jî ” tu pêl” nehetiye ji deryayê navîn.

Gelek ji welatên deryayê navîn pêşniyara fonda piştgirîyê kirine lê ev pêşniyar jî ji aliyê Tobias Billström ve nayê pejirandin.

 Ji xwe ji niha de çend fond hene. Herwuha Italya welatek hejar nine, û Malta jî herwusa dibêje Tobias Billström ji Navenda Nuçeyên Rojnameyan re. TT

Di heman demê de berpirsiyar Cecilia Malmström ji komisyona Yekitiya Ewrupayê bang li welatên endam dike ku berpirsiyarî werbigrin ger  koçberiyek mezin  li Italya û Maltayê peyda bibe.

-Bi riya ku li hemû welatên Yekitiyê pêşwaziya penaberan bikin, da ku hemû berê xwe nedine Italya û Maltayê. Divê em vê bi awayekî çareser bikin.  Di destê komisyonê de pere hene ku em dikarin alikarî bikin pê, lê ev bi giranî girêdaya welatên endamin ku pêşwaziyên xwe pêşkêşê penaberan bikin. Dibêje Cecilia Malmström ji Radioya Swedê re P1 Morgon.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".