Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Kitêbxaneya kurdî li Alvikê vebû

Hat weşandin torsdag 24 februari 2011 kl 14.16
1 av 2
Merasîma vekirina kitêbxaneya kurdî li Stockholmê. Wêne:Kitêbxaneya kurdî
2 av 2
Wezîra demokrasîyê Birgitta Olsson bendê dibire.

Bi dengê def û zurne, govendeke rengîn, xwarinek kurdî û bêguman amdebûna kesayetîyên navdar û dostên kitêbxaneya kurdî hem kurd û hem jî swêdî, cihê nû yê kitêbxaneya li Alvikê vebû.

Cihê nû li avahîya medborgarhuset li Alvikê berfireh e û hemû kitêbên kitêbxaneyê, yên zêdey 12 000 kitêbî nin, baş cih têde digirin.

Merasîma vekirinê bi axaftinên kesên cuda dest pêkir, nav wan de seroka federasyonê komeleyên kurdistanê li Swêdê, Şermîn Bozarslan, serokê kitêbxaneya kurdî Newzad Hirorî, seroka kitêbxaneyên gelî li Stockholm û seroka kitêbxaneya dewletî ya Stockholmê, Inga Lunden, Rasmus Jonlund, sekreterê endama birêvebirina şaredarîya Stockholmê ya çandî, Madelene Sjöstedt ya bi xwe nikarîbû amade be doh.

Wezîra demokrasîyê û ya yekîtiya ewrûpayê, Birgitta Olsson jî amade bû li merasîma vekirina kitêbxaneya kurdî li avahîya Medborgarhuset li Alvikê, û bêguman bi destê wê benda rengîn hate birîn û kitêbxane resmî vebû bo milet.

Birgitta Olsson dibêje ew îro gelekî serbilinde bi hebûna kitêbxaneyeke kurdî li Swêdê, cihekî civandinê bo kurdan wekî yekem kitêbxaneya kurdî ya azad. Ew li kitêbxaneyê mîna sîmbolek giring dibîn e bo mafê derbirîna bîrûbawerîyan û bi kar anîna zimanê dayikê, zimanê kurdî.

Seroka rêxistina kitêbxaneyên gelî li Stockholm û hem jî seroka kitêbxaneya dewletî ya Stockholmê, Inga Lunden, hebûna kitêbxaneyeke kurdî giring dibîne, ne tenê bo parastina ziman û çanda kurdî lê hem jî bo swêdîyan yên dixwazin kurdan baştir nas bikin.

Inga Lunden hevkariya navbera wan û kitêbxaneya kurdî baş dibîne û dibêje ku ew bi nêtên di pêştir de hevkarî û piştgîriya bêhtir pêşkêşî kitêbxaneyê bikin, ne ji aliyê aborî ve ji ber ne ewin yên birîyara piştgîriya aborî didin, lê ji aliyê amojgariyê û çalakîyan ve.

Ji yekê heyva adarê de dê kitêbxaneya kurdî bi awayekî resmî derîyên xwe veke bo milet û Serokê wê Newzad Hirorî, dibêje ev kitêbxaneyeke bo her kesî ye. Kitêbxaneya kurdî li Stockholmê di sala 1997 de saz bû. Pêşî cihê wan li navenda Stockholmê bû, paşî bar kirin Sundbyber û nuha vegeriyan careke din bo şaredarîya stockholmê û cihekî mezin tir bo hemû 12 000 kitêbên wan.

Cihê nû yê kitêbxaneya kurdî li Alvîkê tijî milet bûbû doh, dostên kitêbxaneyê, siyasetmedar, nûnerên rêxistinên swêdî û kurdî û herweha kesên hej kitêb û çanda kurdî dikin. Hindek ji wan ji berê ve serî li kitêbxaneyê didin û hindek jî bo cara yekem tên. Lê diyare gelek ji wan geşbîn bûn ji ber bar kirina kitêbxaneyê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".