Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rewşa Lîbyayê di encûmena emnîyetê ya neteweyên yekgirtî de tên şîrove kirin

Hat nû kirin fredag 25 februari 2011 kl 14.45
Hat weşandin fredag 25 februari 2011 kl 10.54
Wêne:Scanpix

Encûmena emnîetê ya neteweyên yekgirtî bêguman gerek pirsa hêrîşeke leşkerî ya mirovî li Lîbyayê analîze bike. Ev li gor dîtina şefê edaletê yê berê yê neteweyên yekgirtî, balyoz Hans Corell, piştî bûyerên kotekî yên ji alîyê rêjîma lîbî ve di vê dema dawî li dar ketinin.

Di vî warî de gelek pirs henin, ji wan ku eger metirsîyên tevlîhebûneke bi vî awayî kare rewşê xirabtir bike. Hans Corell dibîne ku her dîsan jî argument û sedemên hêja henin bo mudaxele kirineke humaniter, ango mudaxele kirineke mirovî:

- Pirseke bi zehmet e, lê ev têgeh derbasî daxuyanîyeke kongreyê de û encûmena emnîyetê piştgîrîya wê dike. Ev tê bi maneya ku neteweyên yekgirtî dê têkeve hereketê de û rolekê bilîze, li gor rewşên cuda, wekî nimûne dema hukûmetek nikaribe miletê xwe biparêze hember suckarekî şerî, komkuştina milet, qirkirina etnîkî û tawanên dij mirovayetîyê.

Di vê rewşê de û bi dîtina min, zelal e ku Muammar Kadaffi cucdarê tawanên dij mirovayetîyê ye, îca li gor vê rewşê merc bi cih bûye.

Şefê edaletê yê berê yê neteweyên yekgirtî, Hans Corell di bernameya Studio Ett di kanala yekê ya radiyoya swêdê de axivî.

Herweha balyozê neteweyên yekgirtî yê berê û sekreterê jorê yê berê ji partîya sosyaldemokratan, Pierre Schori, dibîne tevlîhebûneke leşkerî ji alîyê yekîtiyên cîhanî ve dive ser daxwaza yekîtiya welatên erab û yekîtiya afrikayê bên kirin:

- Ev dê imkanê neteweyên yekgirtî bi hêztir bike û dilxwazî jî li gor dîtina min, ji ber di encûmena emnîyetê de gelek berjewendî henin. Divê ev yeka neyê wergerandin wekî fermaneke ji New York yan ji hêzên mêtîngehên ango hêzên kolonîal yên berê.

Çi dîtina hukûmeta swêdê ye di pirsa mudaxele kirineke mirovî ya mumkin li Lîbyayê. Wezîrê karûbarê derve Carl Bildt, bersiveke nezelal da. Wî got, ya herî giring bo Swêdê di rewşa hazir de pêşdexistineke dine:

- Ez bawer dikim ku encûmena emnîetê ya neteweyên yekgirtî, û wekî min ji berê ve gotîye, divê li hev rûnên careke din. Li gor dîtina min divê civîneke girtî li dar bixin. Nabînim ji berjewendîya hemwelatîyên me nin yên hîna li Lîbyayê nin, ku şîroveyeke eşkere û resmî derbarê çareserên pêwîst li dar bikeve.

Wezîrê karûbarê derve, Carl Bildt di hevpeyivînekê bi beşê nûçeyên televîzyona Swêdê re got ku dixwaze bi hişiyarî hemwelatîyên swêdî ji Lîbyayê der bixwe û dibîn e û şîroveyeke vekirî derbarê operasyoneke leşkerî bo emnîyeta wan hemwelatîyan dê bi bandor be.

Îro dê çend hemwelatîyên swêdî ji Lîbyayê bên derxistin, wezareta derve ya Swêdê balefirek şandîye bo wan ji Terablus saet 15:00 bifirîne mal.

Wezareta derve ji swêdîyên dixwazin vegerin mal bi vê balefirê doh xwest ku xwe bigihînin konsolusxaneya serekî ba bîroya serekî ya şirketa Ericsson li Terablusê saet 09:00 îro, bo wan bi emnîet bigihînin balefirgeha Terablusê. Karmendên li konsolusxaneyê kar dikin ji beşê nûçeyên radiyoya Swêdê re, Ekot, gotibûn ta saet 10:00 jî kes nehatibû.

Wezareta derve li ser malpera xwe dinivîne ku ji hemû swêdîyên dixwazin vegerin malê tên xwestin li balefira şandî siwar bibin. Û amojgarî bo wan yên bi vê balefirê venagerin, ew e ku li cihên civînê bimînin û venegerin hundirê bajarê Terablusê ji ber sedemên emnîyetî.

Kesên bîyanî bi nifşê mezin ji Lîbyayê der dikevin nuha û rewşa li balefirgeha Terablusê tên tarîf kirin bi tevlîhevî û bênizamîyetê.

Bi zehmete jî bo wezareta karûbarê derve têkeve têkilîyê de bi shemwelatîyên swêdî re li Lîbyayê ji ber imkanên peywendîyê bi derveyê welat re û hem jî di hunirê wê de car car tên girtin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".