Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Delîlên kuştina O. Palme yên 25 salî êdî bêkêrin

Hat weşandin fredag 25 februari 2011 kl 11.37
Wêne: SR

Roja dûşem,ê dibe 25 sal ku serokwezîrê Swêdê Olof Palme hate kuştin. Teknîka DNA pêş ketiye di van 25 salên piştî kuştina wî, lê wisa dixuyê ku ji bo zelal kirina kuştinê têr nake li gor baweriya Laboratuwara Teknikî ya Tawanê, ya Dewletê(Statens Kriminaltekniska Laboratorium)

Di dema kuştinê de sala 1986 an de şopandina teknîka DNAhê ewqas pêk nehatibû, û delîl lî lewra wek ya dema niha nedihatin bikaranîn.

Nîşan hene ku mêrkûjê destê xwe daniye ser şanê Olof Palme berya ku wî bikuje. Lê cilên Palme piştî vê bûyerê destê gelek kesan geriyaye ku DNA mêrkujê jî jê  çûye heta niha. Û ew gulleyên ku li cihê kuştinê peyda bûbûn wisa hatine pak kirin ku êdi tu şopekê serê nemaye.

Li gor Tore Olsson ji laboratuwarê rewş dê gelek cûdatir bûua ku teknîkên ku îro hene ew dem  berdest bûna.

- Ew gulleyên ku ketine bedena Olof Palme, dê bê şik bihatana zelal kirin. Herwuha dê me bikariya ji kincên wî jî bidîta ka şopa mêrkujê heye ser an na. Şansê çareserkirina kuştinê dê bilindtir bûya bê guman dibêje Tore Olsson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".