Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/
Viktigt meddelande till allmänheten i Ånge, Västernorrlands län
Det brinner i Akzo Nobel med kraftig rökutveckling som följd. Räddningsledaren uppmanar alla i området att gå inomhus och stänga dörrar, fönster och ventilation. För mer information lyssna på Sveriges Radio P4 Västernorrland.
(Publicerat idag kl 14.13)
P4 Västernorrland

Wezîfeya Margott Wallström bi perên swêdî bû

Hat weşandin måndag 28 februari 2011 kl 14.39

Dema sekreterê giştî yê neteweyên yekgirtî, Ban Ki-Moon, Margot Wallström hilbijart bo rola taybet ya nûnerayetîya neteweyên yekgirtî bo çavdêrî kirina rewşa jinên berxeter di şer û rewşên nakokî yên din de, pere di buceya neteweyên yekgirtî ya daîmî de kêm bûn.

Ji ber vê yekê jî 1 milyon dolar hate dan sala par bo Margot Wallström û karmendên wê ji fondeke neteweyên yekgirtî ya Sida ya swêdî, mezintirîn yarmetîdara wê ye. Rojnameya Dagens Nyheter îro vê yekê dinivîsîne.

Lê guman jê kirina girêdana alîkarîya aborî bo fonda neteweyên yekgirtî û ku swêdîyek hate hilbijartin bo serokatiyê, hem ji aliyê wezareta derve ya Swêdê û ji Sida ve tê red kirin.

Balyozê berê yê neteweyên yekgirtî li New York, Anders Lindén ji rojnameya Dagens Nyheter re dibêje, ku ew bi rêya hukûmetê de agahdar bûn ku Margot Wallström bo wê wezîfeyê aktuel e. Û wê demê nih çend çalakiyên lobîyê dest pêkirin.

Piştî biryara encûmena ewleyîyê ya neteweyên yekgirtî ji 1 meha yekê ya vê salê ve, perên xebata wê ji buceya daîmî tên dan.

Lê diyare rexne li awayê kar kirina Ban Ki-Moon û encûmena ewleyîyê ya neteweyên yekgirtî di sala 2009 de, di raporeke yekîtiyê ya navxweyî de, tên kirin.

Ji ber ev yeka tên dîtin wekî dûrketinekê ji rêya giştî ya normal divabû di komcivîna neteweyên yekgirtî de derbas bûba, ya têde welatên endam yên xwedan desthilatî nin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".