Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Endamên partiya çeteyên deryayî dest ji partiyê ber didin

Hat weşandin måndag 28 februari 2011 kl 14.45
Wêne: Scanpix

Ji hilbijartinên parlaman yekîtiya ewrûpayê de hejmara endamên wan ji 50 000 daketîye 16 000 endamî. Lê seroka nû ya partiyê, Anna Troberg daketina hejmara endaman wekî metirsiyekê nabîn e.

- Bêguman ev yeka bi me nexweş e. Lê di heman dema em bi başî li hebûna endaman dinerin, bo me çalakvan jî gelekî giringin. Me nuha bêhtir çalakvan henin danberhev bi berê re, îca em karin bêjin ku endamên me nuha çalaktirin.

Hejmara endamên partîyê di dema dadgehkirina Pirate Bay ya di dest pêka 2009 de, bi hêz bilind bû. Tenê di wê demê de bêhtir ji 35 000 kesî bûn endamê partiya çeteyên deryayî. Û di hilbijartinên parlamana yekîtiya ewrûpayê de     7,1 % deng anîn.

Seroka partiyê Anna Troberg dibîne ku hîna jî pirsên wan aktuelin û bawer dike ku hejmara endaman dê careke din bilind bibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".