Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Swêd ji welatên herî baş e bo bîyanî û penaxwazan

Hat weşandin måndag 28 februari 2011 kl 14.49

Swêd ji welatên bi serketî ye di cîhanê de yên imkanê tevlîbûna civakî daye  bîyanî û penaxwazan. Di lêkolîneke berfireh de ya ji aliyê dezgeha serbixwe ya brîtanî, British Council ve hatiye bi rêve birin, Swêd cihê yekem nav 31 welatên ewropî û bakûrê amerîkayê de, wergirt.

Encamên vê lêkolînê dîyar dike ku Swêd xwedan qanûnên wisa ye ku mercên baş datîne bo bi serketina biyanîyan di warê tevlîbûna civakî û xwe xwedan kirinê de.

Qanûnên Swêdê herî baş e di warê bazara kar de yekbûneva malbatî û li dij cudatîkirinê. Û li hêla din, qanûna warê perwerdeyê, cihê rûniştinê û manê, tevlîbûna siyasî û hemwelatîbûn ne zêde başe.

Henrik Nilsson, kordîne kar ji rêxistina Röda Korset, xaçê sor, dibêje ku dema hêzên baş hevkarî bi hev re dikin, encamên baş jî didin.

Lê di heman demê de hîna gelek karên din manin yên em karin baştir bikin di karê praktîk de, hem ser asta deverî, herêmî û nateweyî jî, wekî nimûne di warê lênerîna tenduristîyê de.

Rêxistina Röda Korset alîyek swêdî bû di vê lêkolînê de, ya hemû welatên endamên yekîtiya ewrûpayê tê de bûn û hem jî Norwêj, Swîsra, Kanada û Amerîkayê.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".