Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Karmendên kaseya sîgorteyê hest bi stresê dikin

Hat weşandin måndag 28 februari 2011 kl 14.51
Wêne: Scanpix

Ji deh karmendên kaseya sîgorteyê heft, hest bi streseke demî ya giran li kar dikin û herdîsan jî dê nêzîka 600 karên daîmî navbera sala bê û ta 2013 de, rabin ji daîreyê. Nuha jî karmend dawê li hukûmetê dikin ku hizra xwe biguhere.

Nûnera serekî ya parastinê li cihê kar, Christina Eklöf nearam e bo karmendên kaseya sîgorteyê û awayê karkirina wan nuha, dema karmend kêm dibin û barê wan girintir dibe.

Eklöf behsa lêkolîna herî dawî ya rewşa hevkaran dike û dibêje ku 68 % ji karmendan hest bi streseke zêde dikin li kar. Hukûmetê di pêşnîyaza herî dawî de îlan kir ku dê pereveqetandinên kêmtir bide bo kaseya sîgorteyê, û li gor hejmarên dezgehê bi xwe, dê bi pêwîstiya kêmkirina lêçûnan bin bi 300 milyon kron ta sala 2013.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".