Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Gelek ciwanên berxeter xwe difiroşin

Hat nû kirin tisdag 1 mars 2011 kl 13.20
Hat weşandin tisdag 1 mars 2011 kl 11.03
Wêne:Jessica Gow/Scanpix.

Li gor raporeke rojnameya Dagens Nyheter lê nerîye, dunzdeh ji sedî ji keçan û çar ji sedî ji kurên derbasî lênerîngehên ciwanan bûn sala par, bo pere yan narkotîkayê xwe firotin.

Rapora komîteya dezgeha dewletî, SIS, ya îro dê teslîmî hukûmetê bibe, diyar dike ku beşek ji van ciwanan ji temenê 12 salîyê de dest bi vê yekê kirin.

Lêkolîn jî diyar dike ku her serê sê keçan yek dibêjin ku pirsên xwe firotinê ji wan hatine kirin. Anita Andersson, lêkolînere ku komîteya dezgeha dewletî SIS:

-Diyar e ji beşekî mezin ji van ciwanan tên pirsîn eger dixwazin xwe bifroşin yan na, herçend ew qebûl bikin yan na û ev yeka rewşa wan ya cidî eşkere dike.

Ev lêkolîn di sala par de pêk hat û tê de li rewşa 567 ciwanên derbasî lênerîngehên ciwanan yên dewletî bûbûn, hate nerîn. Ev hejmar dibe nîva hejmara ciwanên derbasî lênerîngehên ciwanan yên dewletî bûn 2010. Ciwanên beşdarî vê lêkolînê bûn bersiva pirsa eger wan tu carî xwe fortibin dan.

Liserhev, ji sedî heft ji ciwnan bersiv dan ku wan xwe firotinin beriya nuha, di nav wan de ji sedî duanzdeh keç bûn û çar ji sedî kur bûn. Derbarê pirsa eger ji wan hatibe pirsîn ku bi pera xwe bifroşin, ji sedî 33 ji keçan û ji sedî şeş ji kuran qebûl kiribûn.

Temenê navendî yên ciwanên derbasî lênerîngehên ciwanan yên dewletî dibin, 16 sal e û bêhtirînê wan ji ber sedemên lênerînê li gor qanûna lênerîna ciwanan dikevin van lênerîngehan de bi destê xizmeta civakî, Socialtjänsten.

Ev ew ciwanin yên jiyaneke wêranker dijîn bi bikaranîna narkotîkayê, vexwarina alkoholê yan jî jiyaneke krîmînel û tawanker dijîn. Beşin ji ciwanan derbasî lênerîngehê dibin ji ber ku dêûbavên wan nikarin piştgîrî û alîkariya pêwîst bidin zarokên xwe.

Lêkolîner Anita Andersson dibêje ku rewşa jiyana bizehmet bo van zarokan, bandorê dike ser bê ew çawa dikevin peywendîyê de bi wan kesên pera didin wan bo bi kar anîna cins:

- Têkilî û peywednîyên herî berfireh bi rêya hevalan saz dibin, ya rewşa ciwanan ya civakî eşkere dike û ya dîsan jî rewşa wan ya cidî di civakê de zelal dike.

Lêkolîner Anita Andersson, dibêje ku komîteya dezhega dewletî SIS, giranî û tedbîrên mezin danîye ser perwerde kirina karmendan bo ku karibin baştir çavê xwe bidin ciwanên di rewşên destdirêjiya cinsî de derbas bûbin. Û ew bi hêvî ye ev rapora nû alîkar be û karê wan baştir bike:

-Ew derbarê wê ye ku pirsên bi vî awayî ji ciwanan bên kirin, ku bi wêr şîroveyê bi ciwnan re vekin, ev ne bi hesan e, ku alav, piştgîrî û awa û zaniyarî bi dest me kevin bo em vî karî bi awayekî baştir vî karî bikin danberhev bi karê me yê îro re.    

Ev derbarê grûpeke ciwanan yên ber xeterin di civakê de û xwe firotin tenê yek ji astengîyên ew tê de dijîn. Anita Andersson dibêje her ji ber vê yekê giring e di demeke zû de mirov li rewşa van ciwnan binere beriya ku kûr têkevin nav tawankariyê de, tengasî û neçêbikaranînê:

-Wekî herdem tedbîrên bi lez, derametên bêhtir bo xizmeta civakî, zaniyarîyên bêhtir bo ku mirov karibe zû li rewşê zûtir biner e.

Û derbarê pirsa eger civak bi xwe piştgîriya van ciwanan dike yan an, lêkolîner Anita Andersson dibêje, bêguman civak rewşa van ciwanan ji xwe re dike xem, lê em divê xwedan agahdariyên bêhtir bin û biwêribin bi ciwnan re biaxivin. Divê em hişiyarê vê rewşê bin.   

Wezîra wekhevîyê, Nyamko Sabuni ji ber agahdarîyên rapora komîteya dezgeha dewletî gelekî hêrs û aciz bû û nuha daxwaza tedbîrên bêhtir û yên bi lez dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".