Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Efserên Swêdî ji gulleyên swêdî hatine kuştin

Hat weşandin onsdag 2 mars 2011 kl 11.32
Wêne: Mats Nström/Scanpix

Du efserên swêdî ku sala par li Afganistanê hatine kuştin, bi muhtemelek mezin ji guleyên swêdî hatine kuştin ne ji yên afganî ve ku berê hatibû iddia kirin. Piştî lêkolîna Hêza Parastinê kete destê bernameya Nûçeyan ya Kanala 4 ya Televizyonê, û protokola otopsiyê hate eşkere kirin, berdevkê Partiya Jîngeh Peter Eriksson daxwaza eşkerekirina hemû belgeyên veşartî dike û dixwaze ku lêkolînek ji derveyê parastinê ji aliyê polisve bê lidarxistin.

_ Ez ji dewletê, ji wezîrê parastinê û ji serekê serkantiye giştî daxwaz dikim ku bersîvekê zelal ji encama  lêkolîna hindurî bidin. Ez bawer dikim ku xefkirina vê babetê çewt e. Ev tenê meselê tevihevtir dike di gavên pêş de, dema derdikeve hemberê me dibêje Peter Eriksson.

 Ji protokola otopsiyê û ji lêkolîna ji hêza parastinê ( Försvarsmakten) derket ku kunên ji gulleyê hingê çapa lûleya çekên Swêdî bûye û  çekên afganî ku agirê swêdiyan kiribû mezinaya wan cûdatir e, jê.

Wezîrê parastinê Sten Tolgfors nexwest şiroveyek bide û hêza parastinê jî biryara dadgerê nîşan dide ku pêşlêkolînan di derbarê gulebaraniyan bi dawî anî.

Philip Simon sekreterê çapemeniyê ji hêza parastinê ye;

-Tu berjewendiyê me ji reşkirina vê bûyera trajîk nîne, û me nekiriye jî ji xwe.  Lê ev yek ji aliyê dadger ve hatiye lêkolîn û biryara bi dawîanîna pêşlêkolînan girtiye. Dibêje Philip Simon.

Di daxuyaniyek nivîskî  ji Navenda Nûçeyên Radyoya Swêdê Ekot r, şefê dadgeriyê dibêje ku tu nûçeyekê di vê bernameyê de tuneye û ew serencamê ku Kanala 4 ya Televizyonê ( TV4) gihijtîyê materyayên wan bixwe ne.  

Lê belê  naxwaze derbarê karûbarên ku wî bixwe mohra veşartiyê lê da ye şiroveyek bide.

Û li gor serhengê derecê yekem Ulf Henricsson  ku niha karkenar e ev li ser çavlibergirtina wan kesên têkildar e.

Dema Hêza paraztinê lêkolîna xwe bixwe pêşkêş kir,  eşkere kir ku mirov nikare guleya qeziyê di vê bûyerê de hesab neke  lê belê  tawankirek yebûye ku li ser leşkerên swêdî gule barandiye.

Ulf Henricsson ji Ekot re radigihine.

- Tawankirek hebû ku bû sedemê van hemû tiştan. Û paşî re çewt çûye.

Mixabin carina tiştên wuha çêdibin. Ji bo min xweşî û dermankirinên leşkeran giringtir e ji haydarbûna herkesê ji vê bûyer e. ew kesên ku pêdiviya wan ya zanîna vê bûyerê heye ku dikarin tedbîrê werbigirin, ew pê dizanin ji xwe dibêje Ulf Henricsson.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".