Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Herdu somalî jî hatin serbest berdan

Hat weşandin onsdag 2 mars 2011 kl 14.53
Dadgeha Istinafê li Göteborg
(6:11 min)
Wêne: Björn Larsson Rosvall/Scanpix

Herdu swediyên bi kok somalî îro serbest hatine berdan. Ew herdu ji ber  pêve dana mohra tawanên terorî  îro ji aliyê dadgeha Istînafê ve  li Göteborg hatine serbest kirin. Dadgeha Îstînafê gihijte heman encamê ku kêmîneyên ku dadgeha destpêkî gihijtibûyê. Ango ku ev delîl têra mohrkirina teroriyê nake.

Agneta Hilding Qvarnström;

- Ev delîl in ji bo ku yekî berpirsiyarê tawanê bê mahkum kirin. Dadgeha destpêkî biryarek din da û dît ku delîl têr nake. Lewra dijwar e ku tiştek din bêjin heta ku herdemeke ku mirov bawer bike yekî sucek kiriye, ev girêdaya komkirina delîlan ku bidin peyîtandin da ku ev sûc hatine lidarxistin.

Tomas Olsson parêzerê wan mêran e:

- Ev demekê dirêj e ku çavderi hatiye kirin û gelek kes bi  sîstematik hatine pêşdar kirin ji bo ku wan bi sucekê terorî ve girê bidin. Û serkeftinek pêk nehatiye ku bi zanebûn fikiribûn jî ku sucekî terorî pêk bînin.

Li gor Dadgeha Îstînafê ya rojavayê Swêdê, dadger nekariye iddiayan bipeyîtîne iddiayên wek ku van kesan bi riya rêxistina îslamî al-Shabab berpirsiyarên tawankirinên terorî girtine ser xwe. Ev jî bû egera ku dadgeh qet nêrînên  mafê gel qet nexistine rojevê de ango ka rêxisitina al- Shabab ku di şerê çekdarde aligir bû an na.

Ev doz ya yekem e li Swêdê. Û biryara Dadgeha Istîsnayê  yekalî hate deng dan.

Li Dadgeha Destpêkê ya Göteborgê ji herdu somaliyan re 4 sal cezayê zindanê hatibû dayîn ji ber mohrkirina terorî.  Ev biryar  hate îtiraz kirin û Dadgeha Istînafê wan di dawîya doza destpêka meha sibatê de serbest hiştibû.

Ev herdu mêr ku yek 23 sali ji Göteborg e, û yê din jî 26 sakî ji taxa Stokcholmê Spångayê ye, di tewqîfxane nêzikê 9 mehan girtî mabûn.

Li gor dadgerê van herduyan bi riya rêxistina islamî al Shabab berpirsiyariyê sucên terorî girtine ser xwe.

Dadger hewuha  vê biryarê daye ku van mêran bi danûstandinan biryar dane ku tawanên terorî pêk bînin bi awayê xwekujeriyê û herwuha ku beşdarê  kampa rêxistinê bûne.

Delilê dadger ji materyalên Polisê Istixbaratê bi riya guhdarkirina axavtinên telefonî, guhdarikirina jora wan û çavderiya giştî ve pêk tê.

Herdu mêran jî van sucdarîkirinê red kirine her çiqas yek ji wan beşdarê kampa al- Shabab bûye jî.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".