Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Hikumet û MP ji bo "bêkaxizan" hevpeymanî pêk anîn

Hat weşandin torsdag 3 mars 2011 kl 14.28
Wêne: Pontus Lundahl/Scanpix.

Hikumet  îro bi Partiya Jîngehre ji bo siyaseta koçê lhevpeymanekê  li dar xistin. Ev di derbarê siyaseta koçê ya dema niha de ye, bi taybet li ser xurt kirina lênêrîne ji bo koçberên bêkaxiz ” papperslösa” yên ku bê rûniştin li vir dijîn û herwuha mirovên koçberan ku bê pasaport in ku nasnameya xwe bi rêbazên din didin peyîtandin wek mînak bi riya DNA yê.

Hikumet  îro bi Partiya Jîngehre ji bo siyaseta koçê lhevpeymanekê  li dar xistin. Ev di derbarê siyaseta koçê ya dema niha de ye, bi taybet li ser xurt kirina lênêrîne ji bo koçberên bêkaxiz ” papperslösa” yên ku bê rûniştin li vir dijîn û herwuha mirovên koçberan ku bê pasaport in ku nasnameya xwe bi rêbazên din didin peyîtandin wek mînak bi riya DNA yê.

-Ev di derbarê siyasetek e ku îro dimeşe. Ev hevpeymanî bûyerek e dîrokî ye ku bingehê jî ji bo miroviyê ye, ji bo siyaseta koçê piştrastiyek e û rêkûpêk e dibêje Fredrik Reinfeldt û her wisa dîyar kir ev lihevhatin deriyê li ser hêzên nijadperest jî digire.

 Serokên partiyên Moderatan Fredrik Reinfeldt, Jan Björklund  Partiya Gel (FP) Maud Olofsson Partiya Navendî ( C) Göran Hägglund Partiya Mesîhî ( KD) û Maria Wetterstrand ji Partiya Jîngehê (MP) vê hevpeymana hikumetê û ya Partiya Jîngehê pêşkêş kirin di civîneke çapemeniyê de.

Meha sibatê de, Partiya Jîngehê destbi danûstandinan bi hikumetê re kir ji bo ku mercên ji bo malbatên koçberiyê siviktir bikin û herwuha dijwariyên li hemberên wan jî bi giştî  rawestînin.

-Sedema vê yekî ku me pêdivî dît, em bawer dikin ku bandoreke kesk divê, û ji ber ku welatên din jî ber siyasetekê wisa û  ev siyaset ketiye jî ketiye çewtiyekê mezin de. Dibêje Maria Wetterstrand.

- Yek ji wan giringtîrin pirsan ku me meşandiye pirsa lênêrînê ye ji bo bêkaxizan. Em gelek dilxweş in  ku partiyên hikumetê hemû xwe dane rexê me. Herwuha pirsa herî nazik ku jan dike, karûbarên penaberiyê jî  ku giring e ji me re, bi taybet zarokên penaber ku apatîk ango bêhest in. Ev jî gavek e di vê dokumanê de ku di riya rast de dimeşe. Dom dike di axavtina xwe de Maria Wetterstrand.

-Em lihevhatîn e ji bo saz kirina çaremîn dadgeha Koçê, ji bo ku dema karûbarên wan çêtir bikin,  em lihevhatîne ku em godmanên perwerdekirî  ji bo zarokên tenê yên penaber re peyda bikin, û perwerdehiyê jî çêtir bikin da ku agahiyên welatê wan bêtir bizanin di dema karê lêkolînê de. Û herwuha em ê dom bikin analîzan bikin û qeydên netewî pêşde bêxin û herwuha em dê xwediyê imkanên wergerên sondxwarî jî bibin. Dibêje Maria Wetterstand.

Li gor Göran Hägglundê ji Partiya Mesîhî,  divê qaideyek hevbeş hebe ji bo lênêrîna kesên bêkaxiz ji ber ku di nav karmendên lênêrînê de dudiliyek heye ji bo ka penaberên  bêkaxiz dibe bêne dermankirin an na.

Herwuha dê dayîna agahdariyan jî  li ser welatan çêtir bibe di dema lêkolînê de.  Dê qeydekê taybet ji bo  wergeranên perwerdekirî bê ava kirin û herwuha enstutuya lêkolîna koçê ya bêalî bê saz kirin.

Û ji bo koçberiyên malbatî jî, parti li hev hatine  ku dema mirov nekare nasnameyan bide peyîtandin, dê bikarin bi riya rêbaza DNA yê pêk bînin ji bo hêsankirina karûbarên grubên bê belgeyên nasname.

Jan Björklund ji Partiya Gel jî got ku di nav hevpeymaniyê detay hene ku çûyîna dibistanan ji bo zarokên koçber hêsantir dike, lê divê qanûn bên guhertin, ev ji tê wateya ku ev guherandin heta payîzê nayên lidarxistin.

Lêkolîna hikumetê ê dê du mehê din bê eşkere kirin.  Piştî  vê dê li ser pêşniyarekê ji bo qanûnê bê karkirin,û hikumet hêvî dike ku piştgirî ji partiyên din bigire ji bo ku pêşniyara xwe bike nav meclîsê de. Di  sala 2013 an dê qanûn dikare bê lidarxistin.

Hemû alî ji bo koça hêza karê yek alî ne û plan dikin ku reformê bişopînin, û dixwazin ku bêtir imkan bidin xwendekaran ku bikarin bêne Swedê û perwerdehî werbigirin

Yek ji wan  Maud Olofsson e ku dibêje , siyaseta koça hêza karê neguherbar e.

-Ger karekî mirov hebe, dê hatina ji Swêdê re hêsantir bibe.  Lê herwuha dê hêsantir bibe ku mirov bê lvir û şîrketekê ava bike dibêje  Maud Olofsson.

Ji bo wê kombîne kirina siyaseta piyesaya karê û koçberîyê gelek giring e.

Û diyar dike ku divê em van mirovan ji bo avakirina Swêdê wek alikar bibînin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".