Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Zarok dibine gorî di Malên Lênêrîna Zarokan de

Hat weşandin fredag 4 mars 2011 kl 13.39
Wêne: Claudio Bresciani/Scanpix

Ev çend sal in ku rexne li civakê tê ji bo ka çawan xort û zarokên di Malên Lênêrîna Zarokan (Hem för vård och boende)  û herwuha Malê malbatî (familjehem) de tên derman kirin. Îro Ombudsmanê Zarokan (Barn Ombudmannen) raporekê pêşkêşê hikûmetê dike ku xort bixwe serpêhatiyên xwe vedibêjin.

Niha Ombudsmanê Zarokan Fredrik  Malmberg daxwazdike qanûnên bicîkirina zarokan bêtir zelal bibe.

-Qaide  nezelalin gelek. Divê bên zelal kirin ka çi rêbazên dermankirinê

Bê bikaranîn û kî ji wan qet neyên bikaranînê. Dûre divê mirov dîyar bike ka çi mafê wan zarokên bicîkirî hene. Dema em bi wan re dipeyîvin, gelek caran nizanin  ka çima li wir hatine bicih kirin, ka çi li wan tê kirin û dema pêdiviya wan bi alikariyek hebe serî li kê bidin.

Ombudsmanê zarokan Fredrik Malmberg ,li ser daxwazên xwe yên ji serokwezîr bêtir agahî da .

Zarok dibine şahidên kêmasiyên mezin û cezadana kollektîvî, bin pêkirina integriteye wan û çavdêriyekê lawaz jî.

100 zarokên bicîkirî hatine lêpirsin ka rewşa wan li wir çawa ye. Zarok behsa cezayan dikin kû nabe dêûbabê xwe bibînin, nikarin telefon vekine mala xwe, an jî mafê derketina wan ya der ji wan tê standin.

Gelek ji wan Malên Lênêrîna Zarokan  ku bi, xwediyê sistema puanan in, û ji van zarokan herdem tê payîn ji bo ku  puan û pereyên xwe yê hefteyîn bidest bixin.

Dema Daireya Giştî ya Karûbarên Civakî ( Socialstyrelsen) serlêdanê ji bo çavderiyê dike, û bi zarokan re dipeyîve, personalên van malan qet zarokan tenê nahêlin.

- Bi min gelek tişt hene ku baş naçe a niha, dibêje Molly.

Molly yek ji wan 100 zarokan e ku bersîva pirsên ombudsmanê dide di derbarê  rewşa malên malbatê û Malên  Lênêrîna Zarokan.

Xort dibine goriyên tenêhiştina demdirêj  di malên zarokan ên dewletî de, gelek ji wan zarokan ku hewl dane xwe bikujin jî gelek caran tenê hatine hiştin. Ev yek ji aliyê Navenda Nûçeyan ya Radioya Swêdî Ekot ve hate eşkere kirin.

Zarok dibêjin ku personal zarokan tehdît dikin ku dema îzina wan ji wan bistînin, cezadanên komî,  û herwuha ku ew neçar dimînin ku di bin kontraktên neadilane dinivîsin.

Ombudsmanê Zarokan ( Barnombudsmannen) daxwaza guhirandina qanûndanînê dike ji bo mafê zarokên bicîkirî bê misoger kirin. Zarok jî divê agahdari li ser mafên xwe werbigirin.

Tevê vê Ombudsmanê Zarokan dixwaze sekreterek taybet û bijartî ku zarokek taybet bişopîne. Û mafê dayîna van malan jî divê şûdaytir  bibe. Çavdêriya lawaz jî di van  malan de hatine rexne kirin û ev  demek e ku Socialstyrelsen mecbor e ku kêmanî salê carek serlêdanek  bê haydariya wan li dar bixe.

Molly li ser van serlêdanan agahî dide me;

- Hema çawan ew tên û xwe didin nasandin, tevgerên personalan bi timî diguhere, qenctir dibin, naziktir dibin û bi awayek gelek cûda  tevdigerin.

Sabîna jî ku beşdara rapora Ombudsmanê bû dibêje ku peywendî danîna bi sekreterê sosyalê re dijwar e  jê re.

-Ez wî şeş meh carek dibînim. Rojê tenê yek seeta wî vala heye  di wê demê jî qet bersîva telefonê nade.

Li gor Fredrik Malmberg  ev ne çîroka Molly û Sabîna tenê ye. Û bi tundî sistema cezadanê di Mala Lênêrîna Zarokan de  rexne dike.

-Ango ev malên vekirîne û dîsa jî van rêbazan bikar diînin, ku çewtiyebikin ku nikarin biçine mala xwe. Tenê ez nînim li dij derdikevim ev di Peymana Navnetewî ya Zarokan de, û di qanûnê de jî bi zelalî xuya dike ku ev sistemên cezadanê  bi tu awayê nayê qebûlkirin.

Hinek ji wan zarokan dibêjin ku pêlavên wan, ji wan dîstînin ji bo dernekevine derve, ku nameyên wan tên vekirin û dema axavtina di telefonê de jî yek li ba wan rûniştiye herdem.

Û Molly diyar dike ku ew bi kesên giring re tucarê  re tenê nahilin.

- Erê hema herdem ew bi me re ne. Ji ber ku em ne reşîd in, dibêjin ku nabe em  bi serê xwe bi kesên giring re bipeyîvin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min Lista".