Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Blogek pirsên penaberîyê bi berfirehî şîrove dike

Hat weşandin måndag 7 mars 2011 kl 13.32
Wêne:Anders Wiklund/Scanpix.

Malperek bi navê ”Flyktingbloggen.org”, ango bloga penaberan, hatîye danasîn. Çalakîyeke hebeş e navbera Norwêj, Swêdê û welatên din e di yekîtiya ewrûpayê de, tê de derbarê dîtin û şîroveyên cuda ser rastîya penaber tê de jîn tên nivîsandin.

Xwedana însîyatîfa vê malperê, Magdalena Streijffert e, ya berîya nuha endama parlamanê bû ji alîyê partîya sosyaldemokratan ve û Kalle Larsson, endamê berê di parlamanê de ji aliyê partiya çep ve.

Bingehê vê blogê hem li Stockholmê û hem jî li Oslo yê heye, lê daxwaz ew ku di pêştir de nivîskaran ji welatên din jî bikişînin xwe. Kalle Larsson behsa saz kirina bloga penaberan dike û dibêje:

-Eşkere ye ku beriya nuha cihek taybetî bo şîrove kirina bê siyaseteke  penaberan ya mirovî dê bi çi awayî be, tune bû. Bêhtirînê caran başî û xirabîyên penaberîyê di vê dema me de tên şîrove kirin, lê em ne bi nêtin bi vî awayî bin.

Em li ser bingehê ku penaberî baş e, kar dikin û ku ew kesên bi pêwîstîya parastinê nin gerek parastinê li Swêdê, Norwêj û welatên din yên endamê yekîtiya ewrûpayê nin wer bigirin.

Em şîroveyê ser bingehekî sîyasî yê mirovayetî vedikin û yê bi bandor e ser temamê şîroveyê ser malpera me. Me armancek heye bi ava kirina vê malperê, û armanc ew e ku Swêd, Norwêj û yekîtîya ewrûpayê herçend welatên bêhtir jî her baştir e, bibin xwedan sîyaseteke baştir.

Malpera Flyktingbloggen.org dê rojane nîvîsar, şîrove kirinên rêxistinan, yên çalakvanan, sîyasetmedaran û kesên din biweşîn e. Beşekî navendî jî dibe çîrok û gotinên penaberan bi xwe.

Çend ji wan 30 kesên mintezem beşdar dibin, doktorên zarokan Henry Ascher e, serokê ciwanên sosyaldemokratan Jytte Guteland e, berdevikê berê yê partîya jîngehê Birger Schlaug e û Anita Dorazio ya di gelekê salan de di warê pirsên penaberan de kar kirî ye. Di nav çalakîyên wê de saz kirina klînîkekê bû bo penaberên bê kaxez di salên 1990 de.

Herçend jî gelek ji nivîskaran ji alîyê sorkeska nin, her şîrovevanên borjua jî hatin nûnerî kirin. Kalle Larsson derbarê bijara hevkaran wisa dibêje:

- Ev derbarê çalakvanên siyasî yên herî başin, şîrovevan, derbarê nûnerên rêxistinên mezinin û nûnerên partîyên sîyasî jî nin. Em malpereke negirêdayî partîyên siyasî nin, lê me bikêmanî nûnerên pênc partiyên swêdî henin û hem jî ji partiyên norwêjî jî.

Ev tê bi wateya ku me dê bingehekî berfireh yê siyasî hebe ji alîyê ya em nûnerî dikin, lê em dê li hevbin derbarê beşên giring yên bingehîn, ku em bi pêwîstîya siyaseteke penaberan ya mirovîtir nin hem li Swêdê, Norwêj û di yekîtiya ewrûpayê de.

Kalle Larsson û Magdalena Streijffert bi hêvî nin ku hejmara nivîskaran bêhtir bibin, bi taybetî ji welatên bakûrî yên din. Ew dixwazin jî giranîyê deynin ser babeta siyaseta penaberan ser asta yekîtiya ewrûpayê, ji ber ku ew giring e û bi bandor e ser siyaseta her welatekî bi xwe. Çend endamên parlamana ewrûpayê ji nuha ve girêdayî malpera Flyktingbloggen nin.

Magdalena Streijffert dibîne pêşketina di hundirê yekîtîyê de di rewşa hazir de biendîşe ye:

-Gelek welat nuha daxwaza siyaseteke bêhtir bisînor dikin, û dîwarên bilind hember penaberîyê ava dikin. Li vê derê bûyerên li bakûrê afrîka yê li darin gelekî aktuelin, û ya bûye sedama reva gelek kesan ji ber rewşa şerî û bindestîyê lê di heman demê de rê bo wan venabe derbasî ewrûpayê bibin û daxwaza penaberîyê bikin. Ev bi carekê re nayên qebûl kirin.

Eger em li peymana navbera Îtalîya û Lîbyayê bi rêya yekîtîya ewrûpayê saz bûye, binerin, gelek pirs saz dibin. Kanî ew dengê bihêz di hundirê yekîtiyê de ku ev rêyeke şaş e ? di şûna wê de divê em rêyên qanûnî yên bêhtir vekin. Û cihekî bisitar bo mirovên ji ber şer û tadeyê direvin pêşkêş bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".