Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Roja jinan ya navneteweyî tên pîroz kirin

Hat weşandin tisdag 8 mars 2011 kl 13.51
Çend jinên çalak di yekîtiya jinan ya navneteweyî di civînekê de sala 1910.

Ji sala 1978 de ev roj bû yek ji rojên pîrozkirinê yên neteweyên yekgirtî û ji wê rojê de pîroz kirina roja jinan bêhtir û bêhtir xwe li welatên cîhana berfireh belav dike. Roja 8 adarê bûye roja nîşankirina piştgîriya jinan.

Ev roj di sala 1910 bi girêdana konferanseke jinan li Köpenhamn hate pêşniyar kirin têde dawa mafê dengdanê kirin û hêsanî kirina xebata jinan û li Swêdê, ji sala 1912 tên pîroz kirin.  

Giranî û balkêşîya vê roja kete bin siya bêdengîya civakî de li Swêdê û di temamê cîhanê de, lê di 1969 de careke din baldar dibe û dikeve nav şîroveya civakî de. Înistîatîf vê carê ji aliyê tevgera xwendevanên amerîkayê hat û sê sal piştî serîhildana xwendevanan roja jinan careke din cihekî berfireh û mezin di civaka Swêdê de werdigire.

Eger em li Swêdê jî binerin, tevgera jinan ji beriya 100 salî de dest pê kiriye.  û di warên ciavkî yên cuda de, lê pirsa herî giring di tevgera jinan de û bingehê demokrasî û hemwelatîbûnê, mafê dengdanê bû bo jinê. Pirseke di gelekê salan de hate şîrove kirin ta ku dawîyê di 1919 de hate qebûl kirin û wê demê Swêd welatê herî dawî bû nav welatên bakûrî de bi danê mafê dengdanê bo jinê.

Saz kirina rojeke navneteweyî taybetî bo jinê ne di 1978 de ji alîyê neteweyên yekgirtî hat, lê hîna di konferansa Köpenhamnê de di 1910 de ji aliyê çalakvana alman ya xebat dikir bo mafê jinan, Clara Zetkin  hate pêşkêş kirin. Lê ev armanca wê pêk nehat ta sala 1978.

Eger em vegerin civaka swêdî û cihê jinê têde, mirov kare bêje ku hêdî hêdî di destpêka sala 1922 de, tam dehê meha yekê guhertineke mezin ya civakî çêbû û rojeke giring bû bo tevgera jinan li Swêdê. Kerstin Hesselgren, jina yekem derbasî parlamanê bû û di hevpeyivîneke kevin ya radiyoyê de ji sala 1948 de, behsa roja xwe ya yekem di parlamanê de dike:

- Rojeke pîroz bû di hundirê avahiya pîroz de. Hestên milet tevlîhev bû, lê li gor Kerstin Hesselgren bêhtirînê mêran mereqdar bûn. Û bi taybetî serokê parlamanê wê dêmê, Hugo Hamilton nearam bû ji ber wê. Jina tikî tenê nav mêran de li parlamana Swêdê, bo wê bi xwe rewşeke balkêş û taybetî bû.     

Bûyereke din ya dîrokî û balkêş li Swêdê,  ji aliyê tevgera jinê sala 1938 bû dema bo cara yek jinek bi navê Astrid Kindstrand nûçe di radiyoyê de xwend. Ew bûyer hestê miletê swêdîyan, çi jin û çi mêr tevlîhev kirin û hêrsa wan giheşt radîyoyê. Lilly Frid bersiva telefona wan da û her hewil dida wan razî û bêhn fireh bike.

Hêrsa wan bêsînor bû, dengê jinê di radiyoyê de bi carekê re di civaka wê demê de ne munasib bû. Wekî yek ji mêrên hêrs bûyî anî ziman, dengê jinê tenê bikêrî xwendina çîrokan dihat û ne di warê siyasî û nûçe xwendinê de. Xebata tevgera jinê di dawîya salên 1960 de geş bû û hêdî hêdî xwe berda nav sîyaseta swêdî bi awayên cuda.

Wateya roja navneteweyî ya jinê di welatên cîhanê de cuda ye. Li gelek welatan de wateya xwe ya siyasî wenda kiriye û di şûna wê de bûye rojek têde mêr balkêşiyeke bêhtir dide jinê, yan jî evîna xwe bo wê diyar dike her wekî rija dê û roja dilan.

Lê di gelek welatên cîhana berfireh de hîna jî ev roja xwedan wateyeke siyasî ye, tê de giranî tên danîn ser xebata jinê û wekhevîya civakî ya piştî zêdî 100 salî ji di gelek welatan de saz nebû ye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".