Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på http://kundo.se/org/sverigesradio/

Rexneyên navxweyî di komîteya rawêj ya sosyaldemokratan de

Hat nû kirin onsdag 9 mars 2011 kl 13.30
Hat weşandin onsdag 9 mars 2011 kl 11.00
Serokê berê yê Konfederasyona sendîkeyên karkerên Swêdê, Stig Malm û yê nûnerê kongreyê ye. Wêne: Fredrik Persson/Scanpix.

Rexneyên navxweyî di partîya sosyaldemokratan de û hember pêvajoya hilbijartina birêvebirekî partîyê, bilind dibin. Piştî du heftîyan dê partîya sosyaldemokratan kongreyeke zêde li dar bixin, tê de 350 nûner dengê bi kar tînin bo hilbijartina serokekî yan serokekê ji partîyê re.

Diyar e gelek nûnerên kongreya partiya sosyaldemokratan rexna li birêve birina taybetî û ya bêdeng dikin navbera herêmên cuda de bo peyda kirina serokekî nû ji partîyê re. Rojnameya Aftonbladet îro radigihîn e ku serokê partîyê yê berê Göran Persson, telefonî herêmên cuda kirîye û bi wan re tevger kiriye bo ku piştgîrîya Thomas Östros bikin.

Serokê berê yê LO, Konfederasyona sendîkeyên karkerên Swêdê, Stig Malm û yê nûnerê kongreyê ye pêvajoya hilbijartina serokekî nû bi ”Stalîntî” bi nav dike.

-Ev demeke dirêje em şîroveyê dikin bo peyda kirina navên muasibê serokatîyê. Di rojnameya de, radiyoya de û di televiziyonan de gelek nav hatinin ziman. Lê em 350 nûner haya me ji tiştekî tune ye û kar divê ne bi vî awayî be di partîyeke nûjen de. Rewşeke nû ye, ku serokê berê û kesayetîyên din di partîyê de navan li dor xwe dicivînin û em nûner yên hatinin hilbijartin bo amadebûna kongreyê de, ne xwedan mafê derbirînê nin.

Rexneyên wî derbarê wê ye ku yên nûner bêçare nin, ew her tên bo kongreyê û wekî ew dibêje, tenê wekî ji wan re hatîye gotin dengê xwe didin.

Stig Malm nimûneyên pêvajoyên bi vî awayî di partîyên din de dide û dibêje wekî mînak, partîya jîngehê heft namzedên cuda henin karin nav wan de hilbijêrin. Stig Malm dibîne ku ew herêmên partîyan yên rê li ber hilbijartinê digirin, gerek xwedan berpirsîyarî bin û namzedên xwe bidin nasîn.

- Gerek komîteya rawêj namzedên destdayî yên henin bide nasîn. Divê destûrê bidin kongreyê li navan guhdarî bike û di nav wan de kesekî hilbijêrin.   

Ne tenê Malm, lê gelek nûnerên din jî rexnedarin ji vî alî ve.

Lars Stjernkvist, sekreterêr partîyê yê berê û nuha endamê birêvebirina şaredarîya Norrköpingê rexnedar e û dibîne ku çend herêm rê li ber namzedên muhtemel digrin:

- Min tu rexne nînin eger milet eşkere derkevin û namzedên ew dixwazin bi nav bikin, ji ber ev yeka dê alîkarê pêvajoyê be. Lê ya min nearam dike ew e ku hindke henin karê berevajî dikin, ango kesên ew bi carekê re naxwazin bi nav dikin. Li gor bawerîyên min sedema ku komîteya rawêj ta nuha hîna pêşnîyarek bi nav pêşkêş nekirinin ew ku hindek henin bi kategorîk navna red dikin û rê li ber wan digirin.

Lars Stjernkvist dibêje ku nabe kar bi vî awayî be ji ber her piştî kongreyê jî divê em bi hev re kar bikin û rêzê ji hev re bigirin.

Evîn Çetîn, sekretera siyasî ji alîyê sosyaldemokratan ve di şaredarîya Södertälje de, rewşa partî îro ketîyê de mixabin dibîne û ne li gor hêvîyên wê ye.

Yekîtiya ciwanên sosyaldemokratan SSU, ji roja înê ve dest bi kampanîyayek kirinin hember karkirina partîyê ya bêdeng di pêvajoya peyda kirina serokekî nû bo partîyê. Malperek kampaniyayê taybetî vebû ye bo navberîya peywendîyan yekser bo nûnerên kongreya partîyê ya zêde, bikin.

Fredrik Furtenbach, şefê beşê siyaseta hundirê welat yê radiyoya Swêdê, rewşa ku partiya sosyaldemokrat îro ketinê de cuda nabîne. Her bi vî awayî ye dema partî serokekî nû hildibijêrin. Lê ya piçekî cuda ye vê carê ku karê wan dereng ketî ye:

-Komîteya rawëj gelekî dereng e vê carê. Hem Göran Persson û hem jî Mona Sahlin ji alîyê komîteyê ve hatin pêşnîyar kirin çend mehan beriya kongreyê ya dûvre wan hilbijart. Kongreya partiyê nêzîk bûye û nearamî di hundirê partîyê de, nav nûneran û kesên din de bêhtir dibe.    

Sekretera siyasî, Evîn Çetîn nabîne ku ev lîstikvanî û pêvajoya nuha li dar e di hundirê partîya soyaldemokratan de cuda ye danberhev bi pêvajoya hilbijartina serokekî bo partiya moderatan re berîya nuha.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".